Ozakça ji girtîgehê derket

Perwerdekar Selîm Ozakça yê ku ev 226 roj bûn di greva birçîbûnê de û îro di derbarê wî de biryara berdanê hate dayîn, ji girtîgehê bi ambûlansê derket.

Perwerdekar Selîm Ozakça yê di greva birçîbûnê de ku di 3’emîn rûniştina doza jê di girtîgeha de, di derbarê wî de bi ‘şertê kelepçeya elektironîk’ biryara berdanê hatibû dayîn, ji girtîgehê derket. Greva birçîbûnê ya ku ji meha Adarê ve destpê kirin 226 roj li pey xwe hişt, hat dîtin ku Ozakça yê ji girtîgehê bi ambulansê derket, zeîf bûye û porê wî weriyaye. Polîsên ku rê nedan xebatkarên çapemeniyê dîmen bikişîne, demek dirêj li gel ambûlansê çûn, hevjîna wî Esra Ozakça yê ku ew jî weke wî di greva birçîbûnê de li gel di ambûlansê de bû.

Esra Ozakça piştî ku derbasî ambûlansê bû wêneyê li gel hevjînê xwe kişandî li ser tevna civakî parve kir.

Ji bo Nûriye Gulmen a li gel Ozakça girtî biryara dewama girtina wê hatibû dayîn.