Miraz ê pitik ê li girtîgehê rakirin nexweşxaneyê
Miraz ê pitik ê yek salî ku li gel diya xwe Gulîstan Dîken Akbaba di girtîgehê de ye, serê xwe li betonê xist, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Miraz ê pitik ê yek salî ku li gel diya xwe Gulîstan Dîken Akbaba di girtîgehê de ye, serê xwe li betonê xist, birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Gulîstan Dîken Akbaba ku rêveberiya Partiya Demokrasî û Aştiyê kiribû, ji dozeke ku 2013’an dihate darizandin piştî ku salek û nîvê girtî mabû hatibû berdan û piştre 6 sal û 3 meh ceza lê hatibû birîn.
Akbaba li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê bi pitikê xwe yê 1 salî dimîne. Diyar bû ku şevê dî Miraz serê xwe ji şêmûka deriyê koxuşê ketiye, serê xwe li betonê xistiye, di serê wî de girêkek mezin çêbûye û bi lezgînî rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Farabî.
Miraz piştî ku ji nexweşxana dîsa birin girtîgehê dest bi vereşandinê kiriye û li ser vê ew dîsa kirine bin kontrolê.
Her wiha Dadgerê ku doza Gulîstan Dîken Akbaba didomen bi sedema ‘endamtiya FETO’ hatibû girtin.