Li Parîsê çalakiyên ji bo Ocalan
Li pênc herêmên paytexta Fransa Parîsê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li pênc herêmên paytexta Fransa Parîsê, ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.
Li herêma Drancy, bi sedan Kurdistanî li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li hev civiyan û pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re", wêneyên Ocalan vekirin û dirûşma "Azadî ji Ocalan re" dest bi meşê kirin. Çalakgeran li ser tecrîdê gelek belavok belav kirin. Hevserokê NCDK a Drancy Alî Alci piştî meşê li navenda Bobîgnyê axivî û got, "Pêwîste hemû Kurdên li Ewropayê rabin ser piyan û heta agahiyê ji Rêberê xwe bigire, li qada çalakiyan bin."
Bi banga NCDK a herêma Vîllîers Le Bel jî bi sedan Kurdistanî li ber gara trenê li hev civiyan û bi qîrîna dirûşma "Azadî ji Ocalan re" heta avahiya NCDK'ê meşiyan. Hevserokê NCDK a vê herêmê Şiyar Semsûr li çalakiyê axivî û got, "Heta agahî ji Rêber Apo bê girtin, çalakiyên me wê bê navber dewm bikin."
Li herêma Normandîayê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Mantes la Jolîe, Kurdistanî li ber garê li hev civiyan. Çalakgeran pankarta bi nivîsa "Lîberte Ocalan" û qîrîna dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" heta ber dêra Notre Dame meşiyan û bi sedan belavok belav kirin.
Kurdistaniyên li Vîlleûneûve-Saînt Gorgesê jî li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan, pankarta bi nivîsa "Azadî ji Ocalan re" vekirin û belavok li ser tecrîdê belav kirin.
Li banliyoya Evry a Parîsê jî Kurdistanî li ber gara trenê ya Grgniyê li hev civiyan û heta ber avahiya şaredariyê meşiyan. Hevseoka Meclîsa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Evry Lamîa Sever li vir peyivî û bang li Kurdistaniyan kir, ku heta agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê girtin, bi xurtî tevlî çalakiyan bibin.