Partiya Êzidiyan, rizgarkirina Reqayê pîroz kir

Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), rizgarkirina Reqayê pîroz kir.

PADÊ bi wesîleya rizgarkirina Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ'ê, peyamek weşand.

Di peyama PADÊ de wiha hate gotin, "Rizgarkirina Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve em kêfxweş kir. Em vê serketinê li gelê Rojava, hikumeta wê û tevahî gelên azadîxwaz ên Sûriyeyê pîroz dikin. Hêvîdar in ku aramî li tevayî Sûriyeyê seqamgîr bibe. Em pêşketin û kêfxweşiyê ji gelên Sûriyeyê re dixwazin."