Li Emmerîch, Montpellîer, Viyana û Zûrîhê ji bo Ocalan çalakî

Ji bo ewlehî û tendurstiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdên li Ewropayê li ser lingan in.

EMMERÎCH

Li bajarê Emmerîch a Elmanyayê Kurdistanî ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qadan bûn.

Li ser banga NCKD a Emmerîchê îro saeet 17:00’an Kurdisanî li pêşiya Emmerîch Banhofê kom bûn, rejîma AKP’ê protesto kirin. Di axaftinên piştî rêzgirtinê hate kirin û şûn de, wiha hate gotin: “Divê bi lezgîn têkildarî nûçeyên li ser rewş û tenduristiya Rêbertiya me hatine belavkirin divê agahiyên zelal bê dayîn.”

Piştî axaftinan meş hate lidarxistin. Di axaftinên tevahî meşê de heta kirin, bal kişandin ser azadiya Ocalan û tenduristiya wî. Di çalakiyê de dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin qîrkirin. Hat diyarkirin ku heta agahî ji Ocalan bê girtin wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Çalakî piştî banga tevlîbûna çalakiya ku wê 21’ê Cotmehê li Dusseldorfê bê kirin û şûnde bi dawîbû.

MONTPELLIER

Li bajarê Montpellîer ê Fransayê jî çalakî dewam dikin. Di çalakiya rêjeya jinan tê de zêde, dirûşmên “Bijî Serok Apo” hate qîrkirin. Li ser avahiyeke bilind a Montpellîerê ala PKK’ê hate daliqandin û bal kişandin ser tecrîdê.

VIYANA

Li paytext Viyana ya Avûstûryayê ji bo Rêxistina Efû yê ya Navneteweyî têkildarî ewlehî û tenduristya Ocalan dosyayek hate dayîn.

Komeke nedamên Komeleya Jinên Kurd ên Viyanayê dosya pêşkêşî nûnerên Rêxistina Efûyê kirin.

Her wiha ji bo çalakiya sibe ku saet 17:00’an li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bê lidarxistin jî banga tevlîbûnê hate kirin.

ZURÎH

Li bajrê Zurîh ê Swîsreyê ji bo ewlehî û tenduritiya Ocalan çalakiyek hate kirin.

Çalakiya ku li Attstetten Bahnhofûnê hate kirin pankarta bi nivîsa “Baldar be Tirkiye, cîhanek bê Ocalan em ê di serê te de hilweşînin” hate vekirin.

Çalakiya ku têde belavok hatin belavkirin bi dirûşman ve bi dawî bû.

Her wiha ji bo çalakiya dengderxistinê ku saet 18:00’an li Zurîch Centralê bê kirin jî banga tevlîbûnê hate kirin.