ROJANE
Hemû Nûçe
-
Serlêdana parêzerên Ocalan cara 703’an hate redkirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin, serlêdana wan a 703’an a ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê hate redkirin. -
Ji bo mîtînga Amedê destûr hate dayîn
Wê mîtînga bi şîara “Wê tecrîd têk biçe, azadî bi ser bikeve’ ji aliyê jinên TJA û HDP’ê ve 11’ê Mijdarê bê lidarxistin. -
Di budçeya Iraqê de para Başûr hate kêmkirin
Pêşnûmaya budçeya sala 2018’an a li Parlamenta Iraqê hate qebûlkirin. Di pêşnûmayê de budçeya Başûrê Kurdistanê ji sedî 17’an daket ji sedî 12,6’an. Gotina ‘Herêma Kurdistanê’ jî hate rakirin. -
SKYP: Bi tecrîdê şer, dijminatî û neçareserî tê ferzkirin
Hevserokê SKYP’ê Ahmet Kaya got, domdarkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tê wateya şer, dijmintiya di navbera gelan de û neçareseriyê. Kaya û xwest ku demildest dawî li tecrîdê were. -
Dest danîn ser xwê û şekirên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
Hat ragihandin ku li Denîzliyê girtiyên siyasî yên ku ji ber 149 roj in di hucreyê de ne, dest bi greva birçîbûnê kirine, rêveberiyê dest daniye ser xwê û şekirê girtiyan. -
ÎHD’ê û TÎHV’ê li dijî binçavkirinê helwest nîşan dan
ÎHD’ê û TÎHV’ê xwestin ku ÎHD’yiyên ku hatine binçavkirin demildest werin berdan. -
‘Heke Ocalan were fêmkirin wê kêşe çareser bibin’
Gelê li Edeneyê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan ketine greva birçîbûnê gotin ku, “Di şexsê Ocalan de 6 milyon kes tên tecrîdkirin. Heke fikrên wî werin fêmkirin wê kêşe jî çareser bibin.” -
Li Baselê çalakiya ji bo tenduristî û ewlekariya Ocalan
Ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Baselê bi rengekî bê navber çalakî tên lidarxistin. -
KCDK-E: Em tevlî merasîma cenazeyê Mehmet Aksoy bibin
Merasîma cenazeyê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag), ku dema bi erka çapemeniyê ya YPG'ê radibû şehîd bû, sibê ye. KCDK-E ji bo merasîmê banga tevlîbûnê kir. -
Wekîlê Misrî: Divê Erdogan li dadgehên navneteweyî bê cezakirin
Endamê Parlamenta Misrê Mistefa Bekrî diyar kir, ku Tayyîp Erdogan yek ji pêşengên Ixwan El-Mislimîn e û divê li dadgehên navneteweyî were darizandin û cezakirin. -
Rastiya înfaza li Mûglayê: Înfaza bi êşkenceyê
Mixaletiyê yek ji gerîlayê HPG’ê Îlyas Demîr ku li Mûglayê tevî 5 hevalên xwe hatibûn înfazkirin, Mûsa Acar got, "Li ser hemû bedena wî şopa êşkencê û guleyan hebû." -
Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hate binçavkirin -NÛ BÛ
Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, li kolana Yuksel a Enqereyê hate binçavkirin. -
Gelo meseleya S-400 bû derew?
Tirkiye ku ev du sal in santajê li cîhana rojava û NATO'yê dike û dibêje wê sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê bikire, tê gotin li Brukselê bi Fransa û Îtalyayê re metna beyankirina niyetê ya ji bo kirîna sîstema parastinê ya fuze îmze kiriye. -
Li Bafra’yê girtiyên siyasî dibin koxuşên edliyan
Li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê girtiyên siyasî li koxuşên girtiyên edlî hatin bicihkirin. Bi hinceta ku ‘bi arîşe ye’ nameyên girtiyan jî têne desteserkirin. -
Tê xwestin ku dosyaya Rûken bikeve ber demboriyê!
Derbarê qetilkirina Rûken Demîr a ku li Baxlarê di 12 Îlona 2015'an de hat qetilkirin bêyî ku lêkolîneke bi rêk û pêk bê kirin ji aliyê dozgeriyê ve biryara "Lêgerîna daîmî" hat derxistin. -
Pêşengê dijminatiyê desthilatdariya AKP’ê
Eger Kurd wê li her parçeyî azad bibin; hingê divê ew siyasetên Tirkiyeya pêşeng e di dijminatiya li dijî Kurdan de bibînin û li gorî wê stratejî û taktîkê bi pêş bixin. -
KCK'ê ji bo Alî Başar peyama sersaxiyê weşand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo welatparêzê Kurd, şahidê komkujiya Dersimê Alî Başar ê pêr li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand. -
Pirtûkxaneya Ocalan gelekî balê dikişîne
Siyasetmedarê Kurd Suleyman Guneylî got, bi rêya otobusa 'Pirtûkxaneya Ocalan' ew dixwazin nêrînên Ocalan li nava mirovan belav bikin û destnîşan kir ku ev hewldana wan gelekî balê dikişîne. -
Rojeva Rojê
8'ê Mijdar 2017 Bûyerên ku îro derketine li pêş... -
Aydar: Kurd wê planên tesfiye û tecrîdê bi berxwedanê bişkîne
Çalakiya rûniştinê ya ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê (KE) hatiye destpê kirin roja 17’an jî li pey xwe hişt. -
Çîçek Otlû nehate berdan
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû di rûniştina yekem ya îro pêk hat de biryara berdanê nehate dayîn. Rûniştin taloqî 26’ê Çileya 2018’an hate kirin. -
Li Îzmîrê 21 kes hatin binçavkirin
Di operasyona saetên sibê ya serdegirtina malan a li Îzmîrê de hejmara binçavkiriyan derket 21 kesan. -
Li Çelê 4 kes hatin girtin
Li gundên Çelê polîsan avêtin ser malan û li vê derê ji nav 11 kesên ku hatibûn binçavkirin, 4 kes jê hatin girtin. -
Deqandina AKP’ê di medyaya Swêdê de ye
Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) di weşana xwe ya bi navê ‘Arbetet Global’ê de diyar kir ku li Tirkiyeyê li ser kedkaran tê ferzkirin ku têkildarî malbata xwe agahiyan bidin. -
Li Girtîgeha Patnosê nahêlin ‘çapemeniya azad’ bikeve girtîgehê
Li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê ya Agiriyê Ozgurlukçu Demokratîk û Welat li girtiyan hate qedexekirin.