Dest danîn ser xwê û şekirên girtiyên di greva birçîbûnê de ne
Hat ragihandin ku li Denîzliyê girtiyên siyasî yên ku ji ber 149 roj in di hucreyê de ne, dest bi greva birçîbûnê kirine, rêveberiyê dest daniye ser xwê û şekirê girtiyan.
Hat ragihandin ku li Denîzliyê girtiyên siyasî yên ku ji ber 149 roj in di hucreyê de ne, dest bi greva birçîbûnê kirine, rêveberiyê dest daniye ser xwê û şekirê girtiyan.
Li Girtîgeha Tîpa T ya Denîzliyê 16 girtiyên siyasî yên ku 149 roj in di hucreyê de ne, ji bo sererastkirina şert û mercan dest bi greva birçîbûnê kirine û di roja 4’emîn de avêtine ser hucreyên wan. Hat ragihandin ku di dema serdegirtinê de dest danîne ser xwê û şekirê girtiyan. Girtiyê siyasî yê bi navê Kazim Benek di hevdîtina bi telefonê de ji birayê xwe Ahmet Benek re ragihandiye ku ava vexwarinê ya di hucreyê de jî hatiye qutkirin.
Benek diyar kir ku nameyên ku girtî dişînin derve jî tên tên qedexekirin û destnîşan kir ku hemû serlêdanên wan bêencam dimînin.
GIRTIYA 16 SALÎ HATE DERBKIRIN
Girtiya 16 salî ya bi navê S.T. 4 roj berê dema ji Girtîgeha Mêrdînê sewqî Girtîgeha Jinan a Bozkûrt a Denîzliyê bûye, xistine hucreyê. Hat ragihandin ku S.T. di hucreyê de hatiye derbkirin û piştî hucreyê ew xistine nav girtiyên edlî.