Rastiya înfaza li Mûglayê: Înfaza bi êşkenceyê

Mixaletiyê yek ji gerîlayê HPG’ê Îlyas Demîr ku li Mûglayê tevî 5 hevalên xwe hatibûn înfazkirin, Mûsa Acar got, "Li ser hemû bedena wî şopa êşkencê û guleyan hebû."

Derbarê înfaza 6 gerîlayên HPG’ê ku 5-6’ê Cotmehê li Mûgla Koycegîzê wêneyên wan ên bi rengî tazî hatibûn teşîrkirin û dabûn çapemeniyê rastî derkete holê. Mixaletiyê Îlyas Demîr ê bi navê xwe yê Kod Warger ku li ser nifûsa Hezexê bû, Mûsa Acar got, "Min cenazeyê Îlyas Demîr dît. Hema hema li ser hemû bedena wî şopan êşkenceyê hebû. Piştre jî bi guleyan hatiye înfazkirin. Biya min piştî êşkenceyê bi guleyan hatine înfazkirin" û diyar kir gerîla bi êşkenceyê hatine înfazkirin.

'ŞOPA ÊŞKENCEYÊ HEBÛ'

Mûsa Acar diyar kir Îlyas Demîr ji doza KCK’ê hatibû girtin, piştre sala 2012’an tevlî nav gerîlayan bûe û got, "Piştî bi 5 salan hêzên dewletê li malbata me geriyan, gotin, kurê we Îlyas Demîr li Mûglayê hatiye kuştin."

Acar dibêje, piştî ku hay ji rewşê çêdibin çûye Tirkiyê û wiha dibêje: "Me rahişte cenazeyan û em çûne Hezexê. Min cenaze bi melayê gund re şûşt. Min bi çavê xwe rewşa bedena Îlyas dît. Li ser hemû bedena wî şopa êşkenceeyê hebû. Piştî êşkenceya li ser bedana wî gule lê reşandibûn. Ji ber ku li ser bedana wî şopa gelek guleyan hebû. Diyar bû ku piştî êşkenceyê gule lê hatine reşandin. Li pêş şopa gelek guleyan hebû, li piştê jî. Êşkence lêh atiye kirin û piştre gule lê hatiye reşandin. Dîmenên van êşkenceyan li cem me heye, saziyê mafê mirovan ên ku dixwazin em dikarin bidin wan."

'EM Ê PEY VÎ TIŞTÎ NEQERIN'

Acar diyar kir ku jehr dane gerîla û got, "Piştre li navenda bajêr wan bi rengekî tazî teşîr dikin. Piştre êşkenceyê li wan dikin û wan înfaz dikin. Ev hovîtiyek e. Kirineke dijî mirovî ye. Dewleta Tirk bi salan e ku bi cenazeyên me dilîze. Di dît û ramanê de destûra van tiştan nîn e. Lê dewleta Tirk guh nade tiştekî. Em van kirinan şermezar dikin. Em ê pey vî tiştî neqerin. Em ê têkoşîna hiqûqî bidin. Em ê mijarê bibin qada navnetewî. Ji ber  ku mirov piştî ku bi saxî hatin girtin mirov nikare wan êşkence bike û înfaz bike. Ev rewş nikare were qebûlkirin."