KCK'ê ji bo Alî Başar peyama sersaxiyê weşand
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo welatparêzê Kurd, şahidê komkujiya Dersimê Alî Başar ê pêr li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo welatparêzê Kurd, şahidê komkujiya Dersimê Alî Başar ê pêr li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê weşand.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê sersaxî ji malbata Başar û gelê Kurdistanê re xwest û ev peyam da:
"Em pê hesiyan ku xalê Alî yê Kurdan Alî Başar çûye ser dilovaniya xwe. Bila serê malbata wî û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Xalê Elî, ji roja destpêkê ve cihê xwe di nava rêxistinbûna Tevgera Azadiyê ya Kurd a li Ewropayê girtiye. Ji bo birêxistinkirina gelê me yê li Ewropayê bi taybetî gelê Dersimê gelekî hewl da û têkoşiya.
Li Ewropayê gelek welatparêzên me yên hêja hene ku mîna xalê Alî emrê xwe daye têkoşîna azadiyê. Ew, hîmê bingehîn ê tevgera gelê Kurd a li Ewropayê ne. Di demên herî zehmet de xwedî li Tevgera Azadiyê derketin û bi her awayî piştgirî dan. Ev welatparêzên me yên hêja ku Rêber Apo yekser bi wan re eleqedar bû û gelê me û dostên me yên li Ewropayê di dema komploya navneteweyî de rabûn ser piyan bi xurtî têkoşiyan. Ji ber vê dilsozî û têkoşînê, Rêber Apo di parastina xwe ya li Îmraliyê de bi taybetî spasiya gelê me yê li Ewropayê kiriye.
Gelê me yê li Ewropayê bi dehan salan e têkoşîneke pîroz dimeşîne. Di vê têkoşînê de keda xalê me Alî mezin e û em ê keda wî ti carî ji bîr nekin. Hesreta wî Kurdistana azad, Dersima xweser bû. Ji bo pêkanîna vê yekê em ê bi erk û berpirsyariya xwe rabin û careke din soz didin ku di vê oxire de em ê têkoşînê xurt bikin."