Çîçek Otlû nehate berdan
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû di rûniştina yekem ya îro pêk hat de biryara berdanê nehate dayîn. Rûniştin taloqî 26’ê Çileya 2018’an hate kirin.
Hevseroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlû di rûniştina yekem ya îro pêk hat de biryara berdanê nehate dayîn. Rûniştin taloqî 26’ê Çileya 2018’an hate kirin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Solyalîstên Hejaran (ESP) Çîçek Otlû, di operasyona li ser 11 bajar û navenda Dersimê ku sibeha 4’ê Nîsahê li Stenbolê hate binçavkirin û birin Dersimê, piştî pêvajoya binçavkirinê ya 7 rojan û şûnde hatibû berdan. Lê li ser nerazîbûna dozger di derbarê Çîçek Otlû de biryara girtinê hate derxistin û Otlû 22’yê Tebaxê hatibû girtin. Otlû bi ryêa SEGBÎS’ê li Girtîgeha Sîncar tevlî rûniştinê bû. Parlemerterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlû, Nûnerên Meclîsên Jinan ên Sosyalîst, endamên HDP’ê MYK ya ESP’ê, nûnerên ÎHD’ê û ji akademîsyenên hatin îxrackirin Candan Badem jî tevlî rûniştinê bûn.
Parêzer Can Tombûl jî diyar kir ku di dema qedexeyê de ku qedexeya weşanê guherandine cezayê pereyan, di dema serdegiritna mal û lêgerînê de tiştekî ku weke delîlê sûc were dîtin nehatiye dîtin. Tombûl diyar kir ku guman reva bersûc nîne û daxwaza bêkû were girtin were dadgehkriin.
Otlû destnîşan kir ku dema ku diçû beşdarî cenaze bibe wesayîta wî derketiye ser rêya şaş û ji aliyê cendermeyan û balafirên bê mirov ve hatiye şopandin. Otlû ragihand ku ji aliyê amirên mulkî ve komplo li vê hatiye kirin û daxwaz kir ku di derbarê amirên mulkî de lêpirsin were vekirin.
Heyeta dadgehê piştî navberê biryara berdewamiya girtina Çîçek Otlû da û doz taloqî 26’ê Çileya 2018’an kir.