Pirtûkxaneya Ocalan gelekî balê dikişîne

Siyasetmedarê Kurd Suleyman Guneylî got, bi rêya otobusa 'Pirtûkxaneya Ocalan' ew dixwazin nêrînên Ocalan li nava mirovan belav bikin û destnîşan kir ku ev hewldana wan gelekî balê dikişîne.

Otobusa "Pirtûkxaneya Ocalan-Azadî ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re" ku 9'ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi rê ket, piştî gera li gelek bajarên Elmanya, Awûstûrya, Swîsre, Belçîka, Hollanda, Danîmarka û Swêdê, gihîşt paytexta Elmanya Berlînê. Di otobusê de aktîvîstên ji Elmanya, Fransa, Îtalya û Ûrûgûayê jî hene. Armanc ji vê çalakiyê ew e ku nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji raya giştî ya Ewropayê re bê ragihandin. Di vê çarçoveyê de heta niha li dehan bajaran semîner, panel, konferans û hevdîtin hatin lidarxistin. Ji rêveberên pirtûkxaneyê siyasetmedarê Kurd Suleyman Gunyelî li ser armanca otobusê, eleqeya ji bo Ocalan û rêwîtiya xwe ji ANF'ê re axivî.

Gunyelî diyar kir, Ocalan lêgerîna xwe ya alternatîfa li dijî modernîteya kapîtalîst bi paradîgmayeke berfireh destnîşan kiriye û got, çarçoveya teorîk û pratîk a vê yekê zelal e.

Gunyelî anî ziman ku mêtingeriya Tirk û hêzên modernîteya kapîtalîst ên tengav bûne, aliyê siyasî, îdeolojîk, felsefî, dîrokî û civakî yên Ocalan nabînin û hewl didin bibin jibîrkirin û nehêlin ku li nava mirovahiyê belav bibin.

Di dewama axaftina xwe de Gunyelî got, "Sedema dîlgirtina Rêberê me jî ev e. Fêhm kirin ku rola şoreşa li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk tê wê ji şoreşa 17'ê Cotmehê mezintir be û ji ber vê yekê dîl girtin. Hewl dan dorê li Rêberê me bigirin û bidin jibîrkirin. Kûrbûna Rêberê me ya li Îmraliyê û têkoşîna şagirtên wî, ev xeleka li dora wî şikand û nêrîna wî li mirovahiyê belav kir.

OCALAN GELEKÎ BALÊ DIKIŞÎNE

Gunyelî diyar kir ku ji bo nêrîna wî li mirovahiyê û raya giştî ya Ewropayê belav bikin wan dest bi projeyeke wiha kirine û got, "29 roj in em li nava bajaran digerin. Em qala rastiya vê nêrînê dikin. Eleqe her roj zêdetir dibe. Bi taybetî biyanî bi baldarî dişopînin."

ÊRÎŞÊN NÎJADPERESTÎ JÎ RÛ DIDIN

Gunyelî destnîşan kir ku mêtingerên Tirk, Fars û Ereb xwedî heman mejî ne û got, "Xwedî mejiyekî welê ye ku ji wan heye jiyanê bi wan dest pê kiriye, bi wan diqede û rengîniya jiyanê qebûl nakin. Li dijî hemû bedewiyan e. Dijminê pirtûkan û agahiyê ne. Vê rewşa xwe bi êrîşa li dijî pirtûkxaneyê nîşan didin."