Li Bafra’yê girtiyên siyasî dibin koxuşên edliyan

Li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê girtiyên siyasî li koxuşên girtiyên edlî hatin bicihkirin. Bi hinceta ku ‘bi arîşe ye’ nameyên girtiyan jî têne desteserkirin.

Girtiyê bi navê Fahrî Yalçin ku li Girtîgeha Tîpa T ya Samsûn Bafrayê dimîne, ji birayê xwe Hekîm Yalçin re binpêkirinên mafan vegot. Yalçin diyar kir ku birayê wî bi rêya nameyan hewl dide ku binpêkirinên mafan bide bihîstin lê rêveberiya girtîgehê dest li ser nameyên wan datîne.

NAMEYÊN BI ARÎŞE

Yalçin wiha behsa binpêkirinên mafan ên li girtîgehê kir: ‘’Mafê sporê ku girtî heftiyê du caran spor dikirin ji dest wan hatiye standin. Di van demên dawî de girtiyên siyasî yên ku nû tînin li koxuşên edliyan bi cih dikin û nahêlin ku werin koxuşa girtiyên siyasî. Nameyên ku bi naveroka binpêkirina mafan bi hinceta ‘bi arîşe ye’ têne desteserkirin û nahêlin ku name derkevin derve.’’

NAMEYÊN DERBARÊ TECRÎDÊ JÎ HATINE DESTESERKIRIN

Yalçin diyar kir ku girtiyan ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketine girêva birçîbûnê ya du rojan û got, ‘’Derbarê tecrîdê ji bilî girêva birçîbûnê her wiha name şandibûn ji hemû saziyên fermî re lê rêveberiya girtîhê bi hinceta ku ‘bi arîşe ye’ name destser kirine.’’