Rêxistinên bajêr ên HDP û DBP’ê yên Edeneyê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi 3 koman greva birçîbûnê ya ji bo 2 rojan dan destpêkirin. Kesên ku beşdarî koma yekemîn bûne, fikrên xwe derbirîn.
Kerem Akalin diyar kir ku ew ji bo azadiya Ocalan beşdarî çalakiyê bûye û got, “Heta ku rêzdar Abdullah Ocalan azad nebe wê mirovên me jî azad nebin. Ocalan ji bo min rêberek e. Ji ber vê jî ez dixwazim tecrîda li ser wî were rakirin û parlementerên HDP’ê serbest werin berdan.”
‘HEKE OCALAN WERE FÊMKIRIN WÊ KÊŞE ÇARESER BIBIN’
Ahmet Yildiz diyar kir ku heke fikrên Ocalan were fêmkirin wê kêşe jî çareser bibin û destnîşan kir ku wî ji paradîgmaya civaki ya Ocalan tesîr girtiye û got, “Gotin û nivîsên Ocalan gelek bandor li ser min kir. Pergal her carê tecrîdê li ser Rêbertiyê dide destpêkirin. Tecrîd tenê vê carê nehatiye kirin? Carên berê jî jehrîbûn pêk hat û porên wî hate qusandin û şîddeta fîzîkî hate kirin. Ew çi bikin jî gelê Kurd li ber xwe dide. Nêzikatiya li hemberî Rêbertî berê jî hatibû diyarkirin ku, sedema şer an jî aştiyê ye. Divê tecrîda li ser Rêbertî were rakirin û hevdîtin werin destpêkirin.”
‘BI RAKIRINA TECRÎDÊ RE WÊ KAOS BI DAWÎ BIBE’
Hevserokê Navçeya Çûkûrovayê yê HDP’ê Osman Sert jî diyar kir ku tecrîd sûcê mirovayetiyê ye. Sert got ku, “Kesên ku tecrîdê dikin, aqûbeta wan jî ber bi xerabiyê ve diçe. Ji bo Tirkiye ji kaosê derkeve, divê tecrîd were rakirin. Em vê greva birçîbûnê ji bo hişyariyê dikin.”