Di budçeya Iraqê de para Başûr hate kêmkirin
Pêşnûmaya budçeya sala 2018’an a li Parlamenta Iraqê hate qebûlkirin. Di pêşnûmayê de budçeya Başûrê Kurdistanê ji sedî 17’an daket ji sedî 12,6’an. Gotina ‘Herêma Kurdistanê’ jî hate rakirin.
Pêşnûmaya budçeya sala 2018’an a li Parlamenta Iraqê hate qebûlkirin. Di pêşnûmayê de budçeya Başûrê Kurdistanê ji sedî 17’an daket ji sedî 12,6’an. Gotina ‘Herêma Kurdistanê’ jî hate rakirin.
Pêşnûmaya budçeyê ya Iraqê ya ku li ser wê nîqaş dihatin kirin, Lijneya Wezîran pesend kir.
Li gorî pêşnûmayê budçeya Iraqê 108 trilyon dînar (88 milyar û 163 milyon dolar). Hatin jî 85 trilyon dînar (69 milyar 387 milyon dolar) e.
Di pêşnûmayê de budçeya Kurdistanê ji sedî 17’an daket ji sedî 12,6’an û bû 6 trilyon 840 milyar dînar (5 milyar û 583 milyon dolar).
PARA HERÎ ZÊDE YA WEZARETA KARÊ HUNDIR E
Di budçeyê de para herî zêde ya Wezareta Karê Hundir e û 11 trilyon û 5 milyar Dînar (8 milyar û 983 milyon dolar) e, piştî vê jî Wezareta Parastinê heye û ev jî 9 trilyon Dînar (7 milyar û 346 milyon dolar) e.
JI BO HAŞDÎ ŞABÎ JÎ PAR HATE VEQETANDIN
Di budçeyê de ji bo Haşdî Şabî jî 1,7 trilyon Dînar (822 milyon dolar) par hatiye veqetandin û ji bo kirrîna çekan a ji bo Haşdî Şabî jî 100 milyon Dolar hatiye veqetandin. Di pêşnûmayê de hate diyarkirin 122 hezar endamên Haşdî Şabî heye û biryar hate dayîn ku her meh 950 dolar meaş were dayîn.
PARLEMENTERÊ IRAQÊ: DIVÊ BUDÇEYA KURDISTANÊ NEYÊ ŞANDIN
Piştî qebûlkirina pêşnûmaya budçeyê Endamê Komîsyona Aborî û Veberhênan a Parlementoya Iraqê Kazim Maxmûrî diyar kir, piştî ku hêzên federal ketin Kerkûk û herêmên din, divê budçeya Herêma Kurdistanê neyê şandin. Maxmûrî got ku, “Em şandina budçeyê erê dikin lê divê Herêma Kurdistanê jî hemû hatinên xwe teslîm bike.”
GOTINA ‘HERÊMA KURDISTANÊ’ HATE RAKIRIN
Di pêşnûmaya zagona budçeyê de ji dêvila ‘Herêma Kurdistanê’ ‘bajar’ tê gotin. Endamê Komîsyona Maliyeyê yê Parlementoya Iraqê, parlementerê Kurd Reşîd got ku, “Ev nîşaneke bi xeter e. Iraq dixwaze Herêma Kurdistanê fesh bike.”
Reşîd got ku sedema kêmkirina para Başûrê Kurdistanê, ferqa di navbera hejmara karmendan de ye û got, “Carekê bi Abadî re em li ser vê meseleyê axivîn. Min pirsî, ‘gelo hûn ê maaşê çend karmendan bidin’ wî jî gotibû ku ‘Di budçeyê de 682 hezar û 21 karmend heye’. Min jî got ku li herêma Kurdistanê milyonek û 450 hezar karmend heye. Abadî şaş bû û got, ‘Ez tu carî nakevim bin berpirsyariya vê hejmarê.”