SKYP: Bi tecrîdê şer, dijminatî û neçareserî tê ferzkirin
Hevserokê SKYP’ê Ahmet Kaya got, domdarkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tê wateya şer, dijmintiya di navbera gelan de û neçareseriyê. Kaya û xwest ku demildest dawî li tecrîdê were.
Hevserokê SKYP’ê Ahmet Kaya got, domdarkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tê wateya şer, dijmintiya di navbera gelan de û neçareseriyê. Kaya û xwest ku demildest dawî li tecrîdê were.
Partiya Ji Nû ve Damezirînê ya Sosyalîst (SKYP) bi daxwaza dabînkirina rewşa tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rakirina tecrîda girankirî li avahiya Bajêr a Stenbolê ya SKYP’ê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
‘BI TECRÎDA LI SER OCALAN NEÇARESERÎ TÊ FERZKIRIN’
Kaya di daxuyaniya çapemeniyê de bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Tecrîda girankirî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Ji 5’ê Nîsana 2015’an ve, ku bi beriya bi salek û nîvê bi birayê xwe re hev dîtiye careke dî ne malbata xwe dîtiye û ne jî parêzerên xwe. Carinan derbarê tenduristiya Wî nûçeyên bi nakok têne parvekirin û hewl tê dayin ku ray û bîrek çêbibe. Ev jî rewşa rageşî ya berdest zêdetir dike. Domdarkirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan tê wateya şer, dijmintiya di navbera gelan de û neçareseriyê û xwest ku demildest dawî li tecrîdê were. Derbarê tenduristî û ewlehiya Wî divê raya giştî were agahdarkirin."