Aydar: Kurd wê planên tesfiye û tecrîdê bi berxwedanê bişkîne

Çalakiya rûniştinê ya ji bo ewlehî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê (KE) hatiye destpê kirin roja 17’an jî li pey xwe hişt.

Di çalakiya îro bi tevlîbûna Kurdisanî û dostên xwe yên ji bjaarên Stûttgart, Frankfûrt, Araû, Bremen, Saarbrucken û St. Gallenê tevlî bûn de, Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal li gel Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar jî tevlî bûn.

Çalakî weke her carê bi sirûda Çerxa Şoreşê û tekmîlên rojane ve destpê kir. Çalakvan ji ber civîna Forma Demokrasî ya Navneteweyî a bi tevlîbûna 47 welatan ên girêdayî YE’yê ya li Konseya Ewropa pêk hat qet navber nedan qîrkirina dirûşman. Parlemeterên HDP’ê Ertûgrûl Kurkçu, Kemal Aktaş û Tûgba Hezer ji pêvajoya civîna ku tevlî bûn, li pêşiya konê çalakiyê bê navber dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” û “CPT biçe Îmralî” qîr kirin. Çalakvanên ku saet 14:00’an ber bi CPT’yê ve meşiyan, piştre jî tevlî semînera li konê çalakiyê hate lidarxistin bû. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyir Aydar di semînerê de bûyerên rojevî yên piştî referandûma li Başûrê Kurdistanê li Kurdistan û Rojhilata Navîn qewimîn nirxand.

Aydar bal kişand ku referandûma li Başûrê Kurdistanê pêk hat ne li ser civakê bi siyaseta navneteweyî pêk hat, piştî vê û şûnde xeta PDK’ê û YNK’ê ya kilasîk li Başûrê Kurdistanê îflas kir.

Aydar destnîşan kir ku piştî referandûmê hemû hêzên statûparêz li hev kom bûn ji bo tesfiyekirina xeta berxwdanê ya PKK’ê ku bûye hêviya gelê Kurd bû. Aydar bibîr xist, ji bo vê polîtîkayê vala bê derxistin di vê destpêkê xeta berxwedanê ya li Rojava li Başûr jî serwer bibe.

Aydar diyar kir ku ji bo Kurdan yekane vebijêrk berxwedan e û wiha got: “Gelê Kurd çawa di dîrokê de li ber xwe da divê li dijî her cure êrîşên û planên tesfiyeyê yên di siberojê de li ser pêk were enceq bi berxwedanê têk bibe. Ev jî enceq bi pradîgmaya Rêber Apo a ji bo me û gelan bûye hêvî pêk were. Hêzê û qûdreta pradîgmaya Rêber Apo ev e. Ya ku me bibe serkeftinê jî xwedîderketina li pradîgmaya Rêber Apo ye.”

 Semîner piştre bi pirs û bersivên çalakvanan dewam kir.