Gelo meseleya S-400 bû derew?

Tirkiye ku ev du sal in santajê li cîhana rojava û NATO'yê dike û dibêje wê sîstema parastina hewayî ya S-400 ji Rûsyayê bikire, tê gotin li Brukselê bi Fransa û Îtalyayê re metna beyankirina niyetê ya ji bo kirîna sîstema parastinê ya fuze îmze kiriye.

Tirkiye ku ev du sal in bi Rûsyayê re li ser kirîna sîstema parastina hewayî S-400 hevdîtinan dike, tê gotin ku metna beyankirina niyetê ya ji bo pêkanîna hevkariya pîşesaziya parastinê ya ji sîstemên parastinê yên fuze yên Fransa û Îtalyayê îmze kiriye.

Li gorî nûçeya Deûtsche Welle, Tirkiyeyê bi Fransa û Îtalyayê re beyana niyetê ya ji bo pêkanîna hevkariya pîşesaziya parastinê ya ji sîstema parastina hewayî û fuzeyê îmze kiriye.

Li gorî beyana niyetê, konsorsiyûma Eurosam a Fransa-Îtalya û şîrketên Tirk wê weke gava destpêkê li gorî pêwîstiyên her sê welatan hewl bidin sîstemek li ser bingeha sîstema fuzeyê ya SAMP-T biafirînin.

Hat ragihandin, peyman li Brukselê di civîna wezîrên parastinê yên NATO'yê de hate îmzekirin. Ji Tirkiyeyê, wezîrê parastinê Nûrettîn Canîklî tevlî vê civînê bû.

Di nûçeyê de hat bibîrxistin, ku Tirkiye tevî ku endamekî NATO'yê hewl daye sîstema parastinê ya hewayî S-400 ji Rûsyayê bikire û vê yekê di nava hin welatên rojavayî de rê li ber nerazîbûnan vekiriye.

Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jens Stoltenberg meha derbasbûyî daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku Enqere ji bo sîstemên bi heman rengî ji Parîs û Romayê bikire, dest bi hevdîtinan kiriye.

NATO'YÊ HIŞYARÎ DABÛ

Serokê Komîteya Leşkerî ya NATO'yê Orgeneral Petr Pavel jî li ser hewldana Tirkiyeyê ya kirîna S-400 ji Rûsyayê gotibû, "Her welat serbixwe ne ku biryarên bi vî rengî bigire. Di heman demê de serbixwe ne ku encamên van biryaran rakin."

WÊ AQÛBETA S-400 ÇI BE?

'Beyana niyetê ya nû' ya Tirkiyeyê, li ser aqûbeta peymana S-400 a bi Rûsyayê re, rê li ber pirsan vekir. Tirkiye ji bo derbê li destketiyên Kurdan ên li Sûriyeyê bixîne û li dijî NATO'yê weke şantajê bi kar bîne, mijara S-400 bi kar anî. Betalkirina projeya S-400 ji aliyê Tirkiyeyê ve wê ne cara yekê be.

Tirkiyeyê berê jî ji bo kirîna sîstema parastina fuzeyê ji Çînê peyman îmze kiribû. Piştî hişyariya tund a NATO'yê di civîna bilind a G-20 a 2015'an de ku li Antalyayê hate kirin, Tirkiyeyê îhaleya sîstema parastina fuze ya kirîna ji Çînê betal kiribû.