Tê xwestin ku dosyaya Rûken bikeve ber demboriyê!

Derbarê qetilkirina Rûken Demîr a ku li Baxlarê di 12 Îlona 2015'an de hat qetilkirin bêyî ku lêkolîneke bi rêk û pêk bê kirin ji aliyê dozgeriyê ve biryara "Lêgerîna daîmî" hat derxistin.

Derbarê qetilkirina Rûken Demîr a ku li Baxlarê di 12 Îlona 2015'an de hat qetilkirin bêyî ku lêkolîneke bi rêk û pêk bê kirin ji aliyê dozgeriyê ve biryara "Lêgerîna daîmî" hat derxistin. Malbat dibêje ku Rûkenê bi guleya polîsan hatiye kuştin lê li gorî dozger PKK'yiyan Rûkenê kuştiye. Parêzerê malbata Mesut Beştaş jî dosyaya "Bi biryara lêgerînê" ku tê xwestin bikeve ber demboriyê şand DMME'yê. 

Li Baxlar a Amedê di 12'ê Îlona 2015'an de polîsan  êrîş bire ser wan ciwanan ku dixwestin qedexeya derketina li kolanan a li Cizîrê şermezar bikin. Di wê demê de Ruken Demîr a 18 salî ku li ber deriyê mala xwe rûniştibû bi guleya li serê  wê ketî hatibû kuştin.  Şahidên bûyerê diyar kiribûn ku polîsan ji wesayita zirxî gule reşandibûn û di encamê dede Rûkenê hatiye kuştin. Piştî bûyerê bavê Rûkenê Alî Demîr, wekî mexdûr di 7'ê cotmeha 2015'an de gilî kiribû. Lê derbarê kuştina Rûkenê de ti lêkolîneke jidil nehat kirin.

Li gel ku malbat dibêje Rûkenê bi guleya polîsan hatiye kuştin jî dozgerê ku li dosyayê dinêre dibêje "PKK'yiyan kiriye" û bêyî ku tu lêkolînê bike biryarê dide. Piştî vê dozger derbarê dosyayê de ji bo ku herdem talîmatê nede; tişta ku ji bo kiryarên ne diyar tê kirin biryara "lêgerîna daîmî" derxist. Parêzerê malbatê Mesut Beştaş diyar kir ku ji bo dosya bikeve ber demboriyê ev biryar hatiye dayîn û bi minasebeta ku mafê jiyanê û mafê darizandinê hatiye îhlalkirin dosya şand Dadgeha Mafên Mirovan a Eweropayê (DMME).

MALA RÛKENÊ HATIBÛ NÎŞANKIRIN!

Bavê Rûkenê Alî Demîr di daxwaznameya xwe ya gilî de, diyar kiriye ku berî keça wî bê kuştin bi 3 mehan lİ wî geriya ye û wihagotiye: "Bavo li deriyê me didin û em ji tirsa nikarin vekin."

Demîr dibêje ku dema hatiye malê dergevanê avahiyê ji wî re wiha gotiye: "Nîşanek mezin danîne ser deriyê te û guleyên çiftê danîne ber deriyê te." Demîr dibêje ku ji bilî deriyê wî li heman avahiyê deriyê şeş malên din jî nîşan kirine.

Demîr di berdewamiya daxwaznameyê de dibêje ku di 12'ê îlonê de ji Nexweşxaneya Dewletê ya li Deriyê Çiyê li wî geriyane û ji wî re gotin ku keça te birîndar e. Demîr diyar dike ku piştre keça wî sewkî Nexweşxaneya Selahattînî Eyûbî hatiye kirin û li wê jiyana xwe ji dest daye. Demîr diyar dike ku di bûyereke li Rezanê de polîs êrîşî gel dike Rûkenê gule baran kiriye û bi daxwaza ku bûyer bê lêkolînkirin ew gilîdar e.

Ji bo ku delîl bên komkirin ji daxwazên ku hatin kirin re bersîv nehat dayîn

Piştî giliyê bavê Rûkenê parêzerê malbatê Mesut Beştaş di 9'ê cotmeha 2015'an de di çarçoveya lêpirsînê de ji Dozgeriya Komarê ya Amedê re bi daxwaznameyekê daxwazên xwe yên ku ji 12 xalan pêk tên pêşkêş kir. Lê ev daxwaza parêzer jî bi hincetên pûç hat redkirin.
 
Parêzer Mesut yê ku ji ber derbarê qetilkirina Rûkenê de Serdozgeriya Komarê ya Amedê tu lêkolîn nekir îtîraz kir, di serî de dosya bir Dadgeha Makeqanûnê ya Bingehîn û piştî ku vê dadgehê jî bi hinceta qeyda nifûsê ya Rûkenê tune ye dosya red kir dosya şand DMME'yê.

Parêzer Mesut wê di rojên pêşiya me de dîsa dosyayê bişîne Dadgeha Bingehîn.