Li Çelê 4 kes hatin girtin

Li gundên Çelê polîsan avêtin ser malan û li vê derê ji nav 11 kesên ku hatibûn binçavkirin, 4 kes jê hatin girtin.

Di 2’ê Mijdarê de polîsan avêtibûn ser gundên bi navê Aşût û Zavîteyê yên Çelê ya bi ser Colemêrgê. Li vê derê ji nav 11 kesên ku hatibûn binçavkirin, 4 kes ji wan hatin girtin.

Endamê Meclîsa Giştî yê Bajêr ê DBP’ê Abdullah Olmez, biraziyên wî Nêçîrvan û Savaş Olmez û rêveberê Navçeya Çelê yê HDP’ê Dildar Kara bi îddîaya ku “alîkariya rêxistinê kirine” hatin girtin.

7 kesên ku hatibûn binçavkirin jî duh serbest hatibûn berdan.