Wekîlê Misrî: Divê Erdogan li dadgehên navneteweyî bê cezakirin
Endamê Parlamenta Misrê Mistefa Bekrî diyar kir, ku Tayyîp Erdogan yek ji pêşengên Ixwan El-Mislimîn e û divê li dadgehên navneteweyî were darizandin û cezakirin.
Endamê Parlamenta Misrê Mistefa Bekrî diyar kir, ku Tayyîp Erdogan yek ji pêşengên Ixwan El-Mislimîn e û divê li dadgehên navneteweyî were darizandin û cezakirin.
Endamê Parlamenta Misrê û nivîskarê sereke yê rojnameya El Isbûi Mistefa Bekrî li ser têkiliyên Tirkiyeyê bi rêxistina Ixwan El-Mislimîn û komên terorîst re, her wiha rastiyên veşartî li paş bûyerên ku li Misrê û herêmê diqewimin ji ANF'ê re axivî.
Çi şêweyê têkiliyan di navbera Tirkiyeyê û rêxistina Ixwan El-Mislimîn de ye? Gelo heta çi radeyê kûrahiya wan têkiliyan heye?
Rola Tirkî û ya Qeterê li ser asta Misrê û hemû welatên Ereban diyar e û her kes wê rolê nas dike. Bi taybetî di çarçoveya têkiliyan li gel Ixwan El-Mislimîn û hevkariya di navbera wan de. Me dît ku çi peywendiyên bi hêz di navbera serokê Dewleta Tirkî Receb Erdogan û serwerê giştî yê wê rêxistinê de hene. Erdogan gelek caran serdana Misrê kiriye û li gel Ixwanan civiyaye. Erdogan bi xwe Ixwan li cem xwe hembêz kirine û serpiriştiya wan dike. Gelek televizyon li Tirkiyeyê xebata belavkirina çanda gelaciyê dikin. Her wiha arandinê li dijî rêjîm û dezgehên li Misrê dikin. Ew têkilî ji ti kesî ve nayê veşartin, bi rengê xwe îdolojî û ramyarî ne. Di heman demê de jî, Tirkiyeyê piştevaniya darayî dide Ixwanan. Heman helwest di Xezayê de, li Fîlîstînê jî berê hebû. Erdogan Tevgera Hamas a ku şaxeke ji Rêxistina Ixwan El-Mislimîn e, destek dikir.
Rastî ev e, Erdogan dixwaze împeratoriya Osmanî vejîne. Çavbirçîtiya wî di welatên Ereban de baş diyar e. Ramanên wî jî ji her kesî re zelal in.
Dema ku Ixwan li Misrê gihiştine desthilatdariyê, peywendiyên xwe bi Erdogan re xurtir kirin. Ji lewre Misrê ji nû ve helwestên xwe yên nû saz kirin û ji Erdogan dixwest ku destêwerdanê bike. Wisa ji hêla Qeterî ve jî. Serokê saloxgêriya (Îstixbaratê) Qeterî her dem seredana Qahîrayê dikir, civîn ligel Ixwanan lidar dixistin. Bi rêya qenala El-Cezîrê re arandin dikirin. Roleke wan a sereke di tevlîheviyê de heye. Li Iraqê wisa dibû, xwe gihandin komên terorîst, xwe gihandin Hîzbûllahê. Li Sûriyeyê, Lubnan û hin welatên din ew tevlîhevî rû dan. Rola Tirkî û ya Qeterê di wan de baş diyar e.
Em hemû dizanin ku Tirkiyeyê çeteyên DAIŞ'ê yên ji Sûriyê û Iraqê reviyan piştî rizgarkirina gelek deveran, ew çete derbasî sînorê xwe kirin. Bi gemiyan ber bi Lîbyayê ve şandin, da li wir xirabiyê bikin û wisa nêzî sînorê Misrê bibin û aloziyan ji me re çê bikin.
Tirkiyeyê dergehên xwe vekir û hemû terorîst û çete derbasî xaka Sûrî û ya Iraqê kir. Rêya wan hêsan kir û hemû pêdivî ji wan re pêşkêş kir. Bi wan tawanan, divê Erdogan li dadgehên navneteweyî were cezakirin. Miletên Sûrî, Iraq, Misrî, Lîbî û gelek ên din bûne qurbaniyên tawanên Erdogan.
Em dibînin ku pêwîst e civaka navneteweyî li hemberî wî tevgerê bike û berê xwe bide Tirkiyeyê ya ku bûye bingeheke sereke bo terorê û hibêzkirina terorîstan.
Em gelek azaran ji vê rewşê dikişînin, me ti deng ji Komkara Erebî nebihîzt, ne li dijî Tirkiyeyêyê û ne jî Qeter. Divê endamtiya Tirkiyeyêyê di Rêxistina Kongreya Îsalmî de bête betalkirin û wisa jî ya Qeter di Komkara Erebî de.
Gelo ti agahiyên piştrast bo têkiliyên Tirkiyeyê û Ixwan El-Mislimîn, di dema desthilatdariya wan de li Misrê, gihîştine destên we?
Helbet, ev yek ji ti kesî ve ne veşartî ye. Bala xwe bidin û binêrin çi qewimî li meydana Rabîe (meydaneke navdar e li Qahîrayê), û helwesta Tirkî ya fermî derbarê wan bûyeran çi bû!. Erdogan hebûna desthilatdariya Misrî ya niha weke ‘derbeyê’ bi nav dike. Gelek caran strês di navbera Erdogan û berpirsên Misrî de, li malbendên navneteweyî û di civînên Netewên Yekbûyî (UN) de, der diketin, çimkî saloxgêriya Misrî hemû rastiyên rola Tirkî nas dikin.
Dema ku gelek ji endamên Ixwanan reviyan, derfet dîtin da dest bi arandinên xwe bikin, bi rêya gelek kenalan re, weke kenala El-Şeriq, Mikemilîn û gelek ên din.
Ez niha dikarim bibêjim ku Tirkiyeyê û Qeter, mil bi mil ve bûne bingehên hewandina terorê, û ji wan herdu welatan operasyonên terorîst di hundirê Misrê de birêve dibin. Hemû peyamên tên weşandin ji wan kenalan, berê terorîstan didine çalakiyên gemar li dijî ewlekariya Misrê û miletê wê.
Gelo çima Tirkiyeyê serkirdeyên Ixwan El-Mislimîn ên li ser xaka wê dimînin, radestî Misrê nake?
Baweriya Erdogan bi yasayên navneteweyî û rewatiya wan nayê. Dema ku ew darbeya leşkerî li Tirkiyeyêyê rû da, Erdogan dest bi kiryarên li dijî mafên mirovan kir. Leşker binçav kirin, dadger ji karên wan berdan, rojname û gelek kenalên televizyonê girtin. Milet li Tirkiyeyê di bin nîrê sîtemkariya dagirkeriyê de dimîne. Dagirkeriya rêxistina navneteweyî ya Ixwan El-Mislimîn. Ji lewre ew sîstem dixwaze parçeyan ji xaka Sûrî veqetîne û tevlî Tirkiyêyê bike, bi bihaneya çêkirina devereke aram, ta bi bingeha Încîrlîk a leşkerî bixwe nîşana dagirkeriyê ye. Ez bawer im ku wê miletê Tirk ji bo demeke dirêj bêdeng nemîne û wê li dijî kiryarên Erdogan û rejîma wî rabe.
Gelo Ixwan El-Mislimîn piştevaniya Erdogan li dijî gelê Kurd dikin?
Di serî de bila em bibêjin ku em li dijî veqetandin û serxwebûna çi pêkhateyekî ji civakê ne. Lê em baş dizanin ku rêjîma Erdogan zordariyê li dijî Kurdan dike. Di baweriya min de, helwesta wî helwesteke nijadperest e, ne weke ew dibêje, berovanî di ber ewlekariya neteweyî ya Tirkî de ye. Kurd beşeke girîng di civaka Tirkiyeyêyê de ne, ji mafê wan e ku weke Tirkan bin. Ji mafê wan e ku hevkarê jiyana siyasî bin û nêrînên wan û partiyên wan hebin. Lê dîsa dibêjim, ez li dijî cudabûnê ji dewleta niştimanî me.
Hûn derbarê sembola Rabîe ya ku Erdogan bilind dike, çi dibêjin?
Erdogan endamekî navneteweyî di rêxistina Ixwan El-Mislimîn de ye. Ji lewre wê sembola Rabîe hilde. Lê ku ew weke serokê welatekî vî tiştî bike, ev tê wateya ku em li hemberî mirovekî tevlîhev in, ti rêz û nirxê ji serokatiya xwe re nagire.