Deqandina AKP’ê di medyaya Swêdê de ye
Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) di weşana xwe ya bi navê ‘Arbetet Global’ê de diyar kir ku li Tirkiyeyê li ser kedkaran tê ferzkirin ku têkildarî malbata xwe agahiyan bidin.
Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Swêdê (LO) di weşana xwe ya bi navê ‘Arbetet Global’ê de diyar kir ku li Tirkiyeyê li ser kedkaran tê ferzkirin ku têkildarî malbata xwe agahiyan bidin.
Îro di Arbetetê de bi navê Eşref Okûmûş du gotar hatin weşandin û hat diyarkirin ku ji kedkaran tê xwestin têkildarî endametiya wan ê li komele, sendîka, pirtûk û kovaran agahiyan bidin.
Di nûçeyê de tê diyarkirin ku li ser 22 hezar kesên di Karê Avê Yê Dewletê de dixebitin, têr ferzkirin ku formê dagirin. Kedkar jî ber tirsa ji derketin ji kar vê deqandinê qebûl dikin.
HIKUMETÊ CÛNTAYÊN LEŞKERÎ DERBAS KIR
Sekretera Hiqûqê ya Halkevlerî Parêzer Sercan Aran got ku, “Hikumeta îro cûntayên leşkerî derbas kir. Leşkeran jî gel dideqand lê ev tişt bi dizî dihate kirin.”
Di forman de pirsên ku “te qurbanê daye kîjan saziyê, di kîjan bankayê de hesabê te heye, te çi alîkarî daye kîjan saziyê” heye.
ŞÎFREYA HESABÊN MEDYAYA SOSYAL TÊ XWESTIN
Yek pirsa ku ji kedkaran jî kiriye ev e ku, dixwaze şîfreya hesabên medyaya sosyal ên wekî facebook, twîtter, înstagram, lînkedîn, googleplûs û tangoyê jî bibêjin.
Parêzer Sercan Aran diyar kir ku ligel hişyariyên sendîkayan jî gelek kedkar ji neçarî vê formê dadigirin.