Ji bo mîtînga Amedê destûr hate dayîn

Wê mîtînga bi şîara “Wê tecrîd têk biçe, azadî bi ser bikeve’ ji aliyê jinên TJA û HDP’ê ve 11’ê Mijdarê bê lidarxistin.

Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de di 11'ê Mijdarê de bi şîara "Wê tecrîd winda bike, azadî bi ser keve" wê mitîngek bê organîzekirin. Mîtînga ku Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgiriyê didinê, wê saet di 12.00'ande li Qada Demokrasiyê ya 5'ê Hezîranê (Îstasyon) bê lidarxistin.

Meclîsa Jinan a HDP'ê serî li Waliyê Amedê da û ji bo mîtîngê destûr hat dayîn. Komîteya Amadekar a Mîtînê bang li gel kir ku tev li mîtîngê bibin.

Rojeva esasî ya mîtîngê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û "25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şideta li Ser Jinê" ye.