Li Îzmîrê 21 kes hatin binçavkirin

Di operasyona saetên sibê ya serdegirtina malan a li Îzmîrê de hejmara binçavkiriyan derket 21 kesan.

Li Îzmîrê di saetên serê sibehê de serdagirtina malan pêk hat û gelek kes hatibûn binçavkirin. Hat diyarkirin hejmara kesên hatine binçavkirin derketiye 21 kesan. Welatiyên sedema binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.

21 kesên hatine binçavkirin navê hin ji wan wiha ne: Osman Koç Yîgît, Alî Tekîn, Nuhat Dogan, Şefîk Esen, Ozgur Sunuk, Ekrem Koyuncu, Îbrahîm Aslan, Şiyar Hasan, Murat Yildiz, Atîla Ertaş, Mehmet Şirîn Aydin, Abdulmenak Ozcan, Ferhat Şeren, Demhat Mustafa, Yusuf Altun Kiliç, Murat Bîngol, Hevîn Yilmaz, Ayten Ayata, Necdat Tuşar, Lokman Dalgiç, Ferdî Aslan.