ÎHD’ê û TÎHV’ê li dijî binçavkirinê helwest nîşan dan

ÎHD’ê û TÎHV’ê xwestin ku ÎHD’yiyên ku hatine binçavkirin demildest werin berdan.

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) derbarê rêveber û xebatkarên ÎHD’ê yên ku îro hatin binçavkirin daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku îro Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan û rêveberên ÎHD’ê li kolana Yukselê, dema ku çalakiya piştgiriyê ji bo Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça dikirin hatine binçavkirin.

ÎHD’ê û TÎHV’ê di daxuyaniya xwe de xwest ku Turkdogan û rêveber û xebatkarên ÎHD’ê yên ku hatine binçavkirin serbest werin berdan û her wiha xest ku peywirdarên cameweriyê yên ku bi rengekî ne hiqûqî ji kar hatin avêtin dîsa li kar û barê xwe vegerin.

‘DIVÊ SERBEST WERIN BERDAN’

ÎHD’ê û TÎHV’ê wiha gotin: "Parezvanên mafê mirovan demildest divê werin berdan. Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ên ku bi rengekî ne hiqûqî û neheq ji kar hatine avêtin divê li karê xwe vegerin. Hemû kesen ku bê hiqûqî hatine îxrackirin divê wan dîsa bînin ser karê wan."