Pêşengê dijminatiyê desthilatdariya AKP’ê
Eger Kurd wê li her parçeyî azad bibin; hingê divê ew siyasetên Tirkiyeya pêşeng e di dijminatiya li dijî Kurdan de bibînin û li gorî wê stratejî û taktîkê bi pêş bixin.
Eger Kurd wê li her parçeyî azad bibin; hingê divê ew siyasetên Tirkiyeya pêşeng e di dijminatiya li dijî Kurdan de bibînin û li gorî wê stratejî û taktîkê bi pêş bixin.
Ev êdî eşkere bûye, Dewleta Tirk û desthilata AKP'ê ya îro, ne tenê li Bakurê Kurdistanê dijminê Kurdan e, ew dijminê Kurdên Başûr, Rojhilat û Rojava ye jî. Êdî pêşengiyê li dijminatiya li dijî Kurdan dike. Jixwe, bi gotine yek miletî, yekane dewlet e ku hebûna Kurdan înkar dike. Li dewletên din jî mandelkerî heye; lê belê yek ji wan jî mîna li Tirkiyeyê hişk û di asta qirrkeriyê de xwedî li mandelkeriyê dernakeve. Li Tirkiyeyê li dijî Kurdan mandelkeriyeke eşkere heye. Ji ber vê yekê li dijî her rengê destketiyên Kurdan e li Başûr, Rojava û Rojhilat. Jixwe, yê ku herî zêde dikeve nava hewldanan da ku dijminên Kurdan bîne cem hev, desthilatdariya AKP´ê ye.
Vê rastiyê encameke wiha derxistiye holê; heta ku Kurdên li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî desthilatdariya heyî ya AKP´ê û siyasetên dewleta Tirk ranebin nikarin bigihîjin jiyana azad û demokratîk. Heta ku Kurd li Tirkiyeyê negihîjin jiyana azad û demokratîk, destketiyên li tevahiya parçeyên Kurdistanê di tehlûkeyê de ne, û ew dikevin ber êrîşê. Ya ku vê yekê herî eşkere piştrast dike jî ew e ku desthilatdariya AKP´ê bû destekvanê herî mezin ê êrîşên li dijî destketiyên Başûrê Kurdistanê bûye. Desthilatdariya AKP´ê ya ku ev 10-15 sal in bi pereyên petrola ji Başûr diçe aboriya xwe li ser piyan digire, şantaja "ez deriyê xwe bigirim hûn ê birçî bimînin" li Başûrê Kurdistanê kir. Gelo dijminatiyeke ji vê eşkeretir a li dijî Kurdan mumkin e?
Digotin, “Şaşiya ku me li Bakurê Iraqê kir, em ê li Sûriyê nekin”, maneya vê ew bû, heger em keysa xwe lê bînin, em ê destketiyên li wir jî ji holê rakin. Niha ku keysa xwe lê anîn, her rê û rêbazê diceribînin da ku destketiyên Başûrê Kurdistanê ji holê rakin. Ya rastî destûra bingehîn a Iraqê hebûna Kurdan û hin mafên wan misoger kirine. Tirkiye dixwaze mafên di vê destûra bingehîn de jî ji holê bên rakirin. Li Iraqê bi xwe jî di dijberiya Kurdan de ji partiyên li li Iraqê li pêştir e. Desthilatdariya AKP´ê dixwaze ku Iraq jî mîna wê bi temamî înakar bike, mafê Kurdan qebûl neke. Bi vî awirî jî em li meseleyê binihêrin, li Başûrê Kurdistanê jî dijminatiya herî mezin a li dijî Kurdan a dewleta Tirk û desthilatdariya heyî ya AKP´ê ye.
Li Rojava jî dijminatiya herî mezin a li dijî Kurdan, Tirkiye dike ku AKP lê desthilat e.
Rejîma heyî ya Sûriyê bi xwe jî bi Kurdan re rûdine û li rêyeke lihevkirinê digere, dibêje ew dikare xweseriya Kurdan qebûl bike; Rûsyaya ku veguherî hamiyê Sûriyê bi Kurdan re dipeyive, Kurdan vedixwîne wan platforman ku wê Sûriyeya nû wê çawa bi gewde bibe li wan tê minaqeşekirin, desthilatdariya AKP´ê li dijî vê radibe. Ji desthilatdarî û rejîma Sûriyê bêhtir êrîşî Kurdên Rojava dike û gefan dixwe. Kurd pirr baş lê serwext bûne ku li Sûriyê dijminatiya herî mezin a Kurdan Tirkiye dike, Tirkiyeya ku AKP lê desthilatdar e. Sedema esas a wê yekê ku Tirkiyeyê bi çeteyên li Sûriyê re têkiliyên xwe bi pêş xistin, ew bû ku pêşiyê bigire li destketiyên Kurdên Rojava. Jixwe, desthilatdariya AKP´ê ya ku dema li deverekê DAIŞ hebû aciz nedibû, dema ku Kurd dixwazin wir rizgar bikin, dike qarewar.
Li Ewropa û Dinyayê jî naxwaze Kurd bîhna xwe bidin. Çawa ew dike, dixwaze tevahiya dinyayê jî Kurdan bitepisîne. Desthilatdariya KAP´ê çawa ku îdîa dike, ne ku tenê dijberê PKK´ê ye. Ji ber ku PKK di nava Kurdan de hêza herî xurt û rêxistinkirî ye, weke ehdef PKK´ê nîşan dide. Lewma wiha difikire ku dema ku PKK bê berterefkirin, Kurd wê bên tepisandin, mêhtingeriya qirrker wê bê tehkîmkirin.
Desthilatdariya AKP´ê bi desteka herî mezin a dayî êrîşên li dijî Başûr, nîşan daye ku ne tenê dijminê PKK´ê ye. Êdî ew ên ku bi vê propagandaya desthilatdariya AKP´ê dixapin, weke wan hêştirmeyan in ku serê xwe dixin bin xîz û qûmê. Desthilatdariya AKP´ê li aliyekî destekê dide hikûmeta Iraqê, li ser esasê dijminatiya Kurdan peywendiyan bi Îranê re datîne, li aliyê din dixwaze têkiliyan bi hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê re deyne û wan li dijî PKK´ê bi kar bîne.
Van demên dawiyê kesayetiyên siyasî yên Başûrî diçin Tirkiyeyê, Nêçîrvan Barzanî weke ku tiştek neqewimî be, pesnê Tirkiyeyê dide, ev jî nîşan didin ku ji bûyerên qewimî ders nehatiye girtin.
Her Kurdê ku nabîne dewleta Tirk û desthilatdariya AKP´ê ya heyî pêşeng in di warê dijminatiya li dijî Kurdan de, di nava xefletê de ye. Siyasetvanên ku peyamên germ ji Tirkiyeyê re dişînin, di nava wê xefletê de ne ku difikirin ew ê zehmetiya xwe ya ku li Iraqê pê re rûbirû ne, bi xwe girtina bi Tirkiyeyê li pey xwe bihêlin. Tirkiye van lawaziyan dibîne, û dixwaze wan li dijî Kurdên Bakur û Tevgera Rizgariya Kurd bi kar bîne, Gelê Kurd û hêzên wan ên siyasî di vê astê de gelo dikarin çavê xwe li rastiyan bigirin, wan nebînin? Gelo maneya wê yekê çi ye, ew ên ku berpirsiyar in di warê dijminatiya Kurdan a dewleta Tirk de ji bîrewerkirina milet û ev erka wan e, weke ku tiştek neqewimîbe têkiliyên xwe bi Tirkiyeyê re dewam bikin? Kîjan exlaq, wicdan û welatparêzî vê qebûl dike?
Eger Kurd wê li her parçeyî azad bibin; hingê divê ew siyasetên Tirkiyeya pêşeng e di dijminatiya li dijî Kurdan de bibînin û li gorî wê stratejî û taktîkê bi pêş bixin. Yên ku vê dijminatiyê nabînin, yên ku li gorî vê siyasetê neafirînin, nikarin têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bi pêş bixin. Yên ku vê rastiyê nebînin, ne ku wê xwe bi tenê têk bibin, ew ê tevahiya Kurdan bi bin bixin.
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA