KCDK-E: Em tevlî merasîma cenazeyê Mehmet Aksoy bibin
Merasîma cenazeyê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag), ku dema bi erka çapemeniyê ya YPG'ê radibû şehîd bû, sibê ye. KCDK-E ji bo merasîmê banga tevlîbûnê kir.
Merasîma cenazeyê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag), ku dema bi erka çapemeniyê ya YPG'ê radibû şehîd bû, sibê ye. KCDK-E ji bo merasîmê banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), bi wesîleya merasîma cenazeyê endamê Ragihandina YPG'ê Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Mehmet Aksoy (Fîraz Dag), ku di emrekî ciwan de tevlî nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bû, berê xwe da welatê xwe yê azad û di nava karê Ragihandina YPG'ê de li Reqayê di encama êrîşeke zexel a çeteyên DAIŞ'ê de şehîd bû."
'BI NIRXÊN WELATPARÊZÎ Û ŞOREŞGERÎ JIYA'
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Aksoy li Londonê di emrê ciwantiyê de cihê xwe di nava têkoşîna gelê xwe de cih girt, bi nirxên şoreşgerî û welatparêzî, bi fedakarî û dilsoziya bi nirxên gelê xwe re her tim bû pêşeng û hat gotin, "Bi gotina 'Şoreşa Rojava bi têrkerî nayê nasandin' ji bo bibe dengê Rojava berê xwe da Rojava."
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E diyar kir, ku Aksoy dema li Ewropayê bû bi xurtî û li refên herî pêş têkoşiya û got, "Baweriya wî ya bi felsefeya Rêber Apo kir ku ew bi wêrekî xwe bigihîne navenda têkoşînê, xwe bigihîne axa Kurdistana azad.
Hevrê Fîraz ji bo me Kurdistanî û şoreşgerên li derveyî welat dijîn gotiye, 'çavên xwe li rastiyê vekin, bi xewn û xeyalên ne rast ên sîstemê nexapin, rastiyan bibînin û azad bibin'. Bi vî rengî rêya rast a azadiyê nîşanî me da."
JI BO MERASÎMA CENAZE BANGA TEVLÎBÛNÊ
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku Mehmet Aksoy (Fîraz Dag) wê 10'ê Mijdarê roja Înê bi merasîmekê li goristana Hîghgate bê veşartin û ev agahî hate dayin:
"Cenazeyê Aksoy roja 25'ê Cotmehê gihîşt Londonê û li Balafirgeha Heathrowê ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin. 10'ê Mijdarê roja Înê, piştî merasîma li Navenda Civaka Demokratîk a li Harîngeyê wê li Goristana Hîghgate bê veşartin.
Merasîm:
10'ê Mijdara 2017 - În
Saet: 09:30
Cih: Kurdish Community Centre
11 Portland Gardens
Harringay-London
N4 1HU
Piştî merasîma li Navenda Civaka Demokratîk wê saet di 11:30 de bi meşê ber bi Goristna Hîghgate (Swain’s Ln, Highgate, London N6 6PJ) ve biçin.
Bi navê KCDK-E em bang li gelê xwe yê welatparêz, şoreşger, rewşenbîr û her kesên enternasyonalîst dikin ku bi rengekî li têkoşîna bi rûmet a Mehmet Aksoy tê tevlî merasîmê bibin û li ber têkoşîna wî ya bi rûmet bejna xwe bitewînin."