Temellî: Divê ne kes, bernameyên wan bên nirxandin

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Sêrtê axivî û got: “Em li ser rêya ber bi dîktatoriyê ve diçin in. Em divê hêzê de ne vê bişkînin. Ji bo vê 24’ê Hezîranê girîng e.”

Gera heyeta HDP'ê ya Milê Botanê ku di çarçoveya xebatên hilbijartinê de ji Rihayê destpê kir berdewam dike. Heyeta HDP'ê ku di navde Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û parlamenterên HDP'ê hene, piştî gera Qoser û Nisêbînê derbasî Sêrtê bûn. Heyeta HDP'ê destpêkê derbasî navçeya Misircê bûn. Piştre derbasî Sêrtê bûn. Heyet piştî derbasî nava Sêrtê bû otobusa xebata hilbijartinê di ketina Sêrtê de hat rawestandin û polîsan destûr neda ku otobusa hilbijartinê bikeve nava Sêrtê. Li aliyê din piştî karwana ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî jî di navde çû Sêrtê li ber avahiya HDP'ê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Destpêkê wekilê HDP'ê Kadri Yildirim axivî . Yildirim ji ber wesayîta hilbijartinê hat astengkirin bertek nîşanî midûriyeta polîsan da û wiha got: “Li partiyên din otobus nayên qedexekirin. Lê îro otobusa HDP'ê tê qedexekirin.

 Hevserokê Giştî yê HDP'ê Temellî jî diyar kir ku ew çiqas wan asteng bikin jî ew dê dîsa bên û wiha got: "Em dîsa ji otobusan bang li we dikin. Em dibêjin hûn ji hêza HDP'ê ditirsin ji ber vê yekê hûn me asteng dikin. HDP partiyek mezin û hêza wê zêde ye. Ger ku HDP partiyek biçûk û bê hês bûya dê astengî dernexistina. Ji me û hêza me ditirsin. Hêza me ew xistine nava tirsê. Em dibêjin êdî bes e. Emê vê yekê rawestînin."

 Temellî piştî axaftinê rêxistina HDP'ê ya bajar serdan kir. Temellî piştî serdana rêxistina HDP'ê derbasî avahiya ÎHD'ê bû û tev li 10’emîn kongreya ÎHD'ê ya Sêrtê bû. Temelli li vir rewşa awarte (OHAL) rexne kir û wiha got: "Li Tirkiye her dem rewşa awarte (OHAL) heye. Rewşa awarte li ser bajarê Kurdan tu car ranebûye. Li Sêrtê bi taybeti rewşa awarte heye. Rejîma rewşa awarte (OHAL) dixwaze fitloneka xwe li hemû Tirkiye bipêçe û bi KHK'yan Tirkiye bê nefes bihêle. Emê ji vê yekê re bêjin raweste. Temellî piştre dikandar ziyaret kir. Heyeta HDP dê sibê biçe Sîlopî û Şirnexê.