Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku di nav de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan jî heye, gera xwe ya hilbijartinê ya li herêma Serhedê berdewam dikin. Heyeta HDP'ê piştî ziyaretên Îdir, Agirî û Wanê îro hatin Colemêrgê. Di ziyareta li Colemêrgê de Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan axivî û diyar kir ku wan silavên Selma Irmak û Abdûllah Zeydan ên niha di zindanê de anîne û wiha got: "We Abdûllah Zeydan û Selma Irmak hilbijartin û şandin meclîsê. Lê niha herdu di zindanê de ne. Ew dizanin ku em hatine vir. Hem silavên wan û hem jî silavên hemû siyasetmedarên di zindanê de silavên wan ji we re hene. Em dizanin we her dem di şert û mercên zor de erk û peywira xwe pêk anîn. Em dizanin ji niha û şûnde jî hûn ê pêk bînin. Di her dema ku zext û zordarî zêde bûn, we gav paşve navêt û hûn li nirxên xwe xwedî derketin. Her dem li dijî hişmendiya ku xwest gelê Colemêrgê têk bibin, perçe bikin û tundiyê pêş bixin gelê Colemêrgê bi sekna xwe bersiv da wan."
WÊ GELÊ COLEMÊRGÊ ERKA XWE BI CIH BÎNE
Bûldan, destnîşan kir ku gelê Colemêrgê wê di 24'ê Hezîranê de carek din erk û peywira xwe pêk bîne û wiha berdewam kir: "Li dijî zilm û tundiya li ser gel gelê Colemêrgê wê erka xwe pêk bîne. Wê li dijî zilm û polîtîkayên zordestiya AKP'ê sekna xwe nîşan bide. Wê li dijî xerakirina malan ên serdema qedexeyan de sekna xwe bîne ziman. Di serdema qedexeya derketina kolanan de em li dijî vê yekê derketin. Lê dîsa qedexe kirin û encama wê xerakirin, kuştin bû. Ev helwesta wan li dijî gelê kurd e. Niha bi MHP'ê ku li Colemêrgê partiya tabela ye tev digerin. Wê niha di 24'ê Hezîranê de bên dîsa dengan ji gelê Colemêrgê bixwazin. Lê em dê wan vala ji vir vegerînin."
Bûldan, da zanîn ku partiya ku niha li Colemêrgê partiya tabela ye, dibêjin 'Pirsgirêka me bi gelê Kurd re tune û wiha lê zêde kir: "Saziyên me girtin, hevşaredarên me girtin. Ne tenê wekîlên me girtin, hevşaredarên me jî girtin. Divê li dijî van polîtikayên zordest ji Colemêrgê heta Amedê û ji Amedê heta Dersimê divê em yek dengê xwe jî nedin wan û vê bersîvê bidin wan. Em dibêjin ger ku pirsgirêka we ya bi Kurdan re tune be, çima Abdûllah Zeydan di girtîgehê de ye? Çima Selma Irmak di girtîgehê de ye? Çima şaredarî qeyûm tayîn kirin?”
NAMZETÊ ME WÊ KÊŞEYÊN TIRKIYEYÊ ÇARESER BIKE
Bûldan, bal kişand ser namzetê xwe û wiha bi dawî kir: "Em ê mirovê herî wêrek ê TirkiyeYÊ bikin namzetê Serokomarİyê. Namzetê me kesê li Tirkiye herî zêde wêrek û herî zêde pirsgirêkên Tirkiye çareser bike ye. Em wekî wan kesên li dijî mafên mirovan, kesên zilmê dike, kesên li dijî azadiya raman û demokrasiyê nakin namzet. Em ê kesê herî wêrek di 24'ê Hezîranê de bikin namzet. Em wekî wan gefan li Abdullah Gul nakin. Em wê namzetê xwe bi raya giştî re parve bikin û wê her kes qebûl bike. Partiya Demokratîk a gelan (HDP) partiya Kurdan, partiya Tirkan, partiya ciwanan, partiya jinan e. Divê hemû jin û ciwan herî zêde ji bo namzetiyê serî lê bidin. Divê herî zêde gelê Colemêrgê ji bo namzetiyê serlêdan bikin. Divê em wan vala ji vir vegerînin. 25'ê Hezîranê dê Tirkiyeyek bê Recel Tayyip Erdogan be. Em vê yekê ji dil bawer dikin. Divê em bi vê bîr û baweriyê bi şev û roj mal bi mal, tax bi tax biçin ji gelê xwe deng bixwazin. Her yek ji me divê wekî namzeteke/î bixebitin û Tirkiyeyê ji vê zilmê rizgar bikin. Ez bi vê bawerî û heviyê we tevan dîsa silav dikim."
PARLEMENTERA HDP’Ê IRGAT LI BAGCILARÊ BÛ
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Bagcilar a Stenbolê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de civîna gel pêk anî. Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgat, endam û rêveberên HDP'ê yên navçe û bajar amade bûn. Di civîne de Hevserokê HDP'ê yê Bagcilarê Ethem Akbaş, diyar kir ku ew ji 1'ê Gulane re amade ne û divê ji bo xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê de jî ji her tiştî re amade bîn û bêtir kar bikin. Akbaş, anî ziman ku wan Stenbol kiriye 3 herêm û wê tax bi tax navçe bi navçe komîsyonan ava bikin.
Di civînê de Parlamentera HDP'ê ya Bedlisê Mizgin Irgat jî diyar kir ku ew ê encama hilbijartina 24'ê Hezîranê di 1'ê Gulanê de li qadan diyar bikin û wiha got: “Yên gotin 'Daxwaza hilbijartina pêşwext xayintiya welat e' îro ew bi xwe biryara hilbijartina pêşwext distînin. Niha Tirkiye kriza aborî dijî. Ketiye nava tengasiyek mezin û asê maye. Gelê Kurd nas nake. Yên berê digotin rêya çareseriyê di Amedê re derbas dibe îro înkar dikin. 16 salan Kurd xapandin. Niha wan û MHP'ê mil dane hev û Tirkiyeyê difiroşin. Fabrîqeyên Tirkiyeyê difiroşin. Em ê di 1'ê Gulanê de encama hilbijartina 24'e Hezîranê diyar bikin. Em ê 1'ê Gulanê bikin Newroz. Bikin Efrîn û bi şîara 24'ê Hezîranê em ê 1'ê Gulanê pîroz bikin û encama hilbijartinê diyar bikin"
Irmak, bertek nîşanî namzetiya Midûrê Polîsan ê Şirnexê da yê ku ferman da ji bo ku cenazeyê Haci Lokman Bîrlîk li pey panzêrê bi erdê re bê kaşkirin û wiha got: "Gel bê guman wê bersîva vê yekê bide. Gelê Kurd wê bersiva vê yekê li Şirnex û Stenbolê bide."
YILDIRIMÊ HDP’YÎ LI MERSÎNÊ BI GEL RE CIVIYA
Rêxistina HDP’ê ya navçeya Yenîşehîrê têkildarî hilbijartinên bi darê zorê li avahiya partiyê bi gel re civiya. Parlamenterê Semsûrê yê HDP’ê Behçet Yildirim û gelek kes beşdarî civinê bûn. Hevserokê HDP’ê yê Mersinê Mûrat Baykan axivî û bal kişand li ser zêdebûna zextan a li ser gelan û got, ji bo beşdarbûnekî bihêz a Cejna Karkeran a 1’ê Gulanê xebatan didomînin. Baykan wiha got; “1’ê Gulanê em ê ji bo daxwazên xwe li qadan bin. Bi van xebatan re em ê di hilbijartinên 24’ê Hezîranê de bi ser bikevin.”
Piştre Yildirim axivî û qala krîza aborîya li Tirkiyeyê kir ya her ku diçe kurtir dibe. Yildirim wiha got; “Di 24’ê Hezîranê de wê gel bi ser bikeve. Di 24’ê Hezîranê de wê îradeya gel bersiva xespkirinê bide. Di 25’ê Hezîranê de em ê hevalên xwe yên wekîl ên di girtîgehan de ji girtîgehan derxînin.”