KONGRA GEL: 1’ê Gulan û hilbijartin ji bo hilweşandina faşîzmê derfeteke

KONGRA GEL a 1’ê Gulanê pîroz kir, li dijî faşîzma Erdogan û Bahçelî banga daketina kolanan kir. KONGRA GEL bal kişand ku divê hilbijartina bi darê zorê weke fersendekê bê destgirtin.

Dîwana Serokatiya KONGRA GEL, 1’ê Gulanê Roja Têkoşîn, Piştgirî û Yekîtiya Karkeran daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de 1’ê Gulanê hate pîrozkirin û ‘Şehîdên 1’ê Gulanê’ hatin bîranîn. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Karker, Kedkar û hemû gelên me yên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn 1’ê Gulanê roja Cejna Karkeran di nava hilbijartineke bi darê zorê de pêşwazî dikin. Ji ber ku dîtin wê tifaqa AKP-MHP’ê û faşîsta Ergenekonê ber bi têkçûnê ve diçe, ketin nava panîkê û biryara hilbijartina bi darê zorê girtin.” Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Divê bi boneya aktivîteyên 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran hemû qad ji karker, hejar, hemû gelê me yên ku ji faşîzma AKP-MHP’ê mexdûr bûne tije bibin û qadan vegerîne tifaqe mezin. Divê 1’ê Gulanê bibe wesîleya pêngava têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li dijî faşîzmê. Berxwedana Civakî ya ku 8’ê Adar û Newrozê bilind kirin, 1’ê Gulanê hê xurtir bibe.

 ‘HEMÛ WELAT VEGERANDINE ZINANA AMEDÊ’

Faşîzam AKP-MHP’ê di serî de li dijî gelê Kurd, kedkar, jinan, Elewî, demokrat, rewşenbîrû jî di nav de li ser gelên Tirkiyeyê zextekî mezin daye avakirin û qetil dike. Di aliyê gelê me de hemû Kurdistan û Tirkiye, vegerandine Zindana Amedê ya ku faşîzma 12’ê Îlonê dabû avakirin.

‘ABORÎ LI BER HILWEŞÎNÊ YE’

Ji bo faşîzim û desthilata xwe bidomînin, çavkaniyên dewlet û civakê hemû ji bo şer dimezêcin û tine kirin. Di serî de şerê topyekun ê li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê, hemû muxalîfên li dijî faşîzmê dayî kirin, bûye sedema kirîzên mezin û aborî hêdî hêdî li ber hilweşînê ye.

Desthilata AKP-MHP’ê faturaya kirîzên aborî jî bi zam, bêkarî, hejarî û polîtîkayên zextê ji gel dixwaze bigire. Piştî hilbijartinê wê hê girantir bide. Bacên mezin di rê de ne. Ji ber ku vê rastiyê veşêrin biryara hilbijartina bi darê zorê girtin.”

‘EM HILBIJARTINÊN BI DARÊ ZORÊ VEGUHERÎNİN FERSENDÊN MEZIN’

Lê tam dijberî wê divê ev hilbijartin bibe dawiya wan û bibe wesîleya hilweşandina faşîzmê. Hemû derdorên li dijî faşîzmê divê ji bo bi dawîkirina desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji bo geşkirina têkoşînê û rêxistinkirina eniya antî-faşîst têbikoşe.

Bi taybet divê fersendên di aliyê gel de baş were fêmkirin û baş were nirxandin. Raste faşîzma dewletê tenê bi vê hilbijartinê nayê hilweşandin. Lê ji bo hilweşandina desthilatdariya AKP-MHP’ê xistina derbeyeke mezin li faşîzma dewletê ye. Li aliyê din encamên hilbijartinan çi dibe bila bibe ji bo geşkirin û rêxistinakirina li dijî faşîzmê, hibijartin fersendeke mezin e.

‘FERSENDA BERSIVDAYÎNA TECRÎD Û DAGIRKERIYÊ YE...’

Ev hilbijartin; ji bo rêxistinbûyîn û propagandaya li metrepol û Kurdistanê fersendeke gelek girîng e. Fersenda hesab pirsîna tecrîda li ser Rêbertî û zilma li ser gelê Kurdistanê ye. Fersende bersivdayîna dagirkeriya li Efrînê û guhertina demografiya li Efrinê ye. Ji bo vê jî divê gelê me bi rûhê seferberiyê divê xebatan bike û ji bo encama herî bihêz bibin xelek.

‘KESÊN LI DERVEYÎ WELAT DIJÎN WÊ ROLEKE GIRÎNG BILEYZIN’

Dengê gelê Kurdistan û Tirkiyeyî yên li derveyî welat dijîn ji bo hilbijartinê wê roleke girîng bileyzin. Ji ber vê sedemê kesên demokrat,rewşenbîr û hemû kesên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê bi hesiyarî ji bo van hilbijartinan bê navber xebat bidin meşandin.

Em ê dawî li emrê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bînin ku dixwaze bi hilbijartinên bi darê zorê emrê xwe dirêjtir bike. Bi şîara ‘wê faşîzm têk biçe bi teqez gelê me serbikeve’ em seferber bibin.”