Heyeta HDP'ê, bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî û parlamenterên HDP'ê Şirnex ziyaret kirin. Di ziyaretê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî helwesta hikûmetê û polîtîkayên hikûmetê şermezar kir û wiha got: "Îro li Botanê dengê heqiyetê li dijî şer bilind dibe. Dema em derketin gera herêmê hêj biryara Hilbijartina Zordest nehatibû dayîn. Yên îro xwestin Hilbijartina Zordest bigrin xwestin gel bê amade û xafil zeft bikin. Em 40 sal in amade ne. Em her dem amade ne."
DI 24’Ê HEZÎRANÊ DE EW Ê TIRKIYE JI ZILMÊ RIZGAR BIBE
Temellî, anî ziman ku îro dengê heqîqetê li her derê bilind bibe û wiha lê zêde kir: "Wê di 24'ê Hezîranê de Tirkiye ji zilmê, zordestiyê û hîleyan rizgar bibe. Ew ji vê yekê ditirsin. Ji ber vê yekê me asteng dikin. Em bi parlamenter û rêveberên xwe li navçe û bajaran digerin. Lê em rastî astengiya kontrola rêyan tên. Ev tirsa wan nîşan dide. Bi polîtikayên şer li ser piyan radiwestin. Vê îktîdarê xalî û bajar xera kirin. zarokên me kuştin. Hemû mafên me yên heq ji destê me girtin. Li ser polîtîkaya dijminantiyê xwe li ser piyan dihêlin. Ev versiyona feraseta dawî ya îktîdarê ye. Ji ber ku hebûna xwe li ser tundî, şer û înkarê ava dike. Li ser siyaseta dijminantiyê pêş dixin. Ji bo rê li pêş referanduma Kurdistana Başûr bigirin bi dijminê xwe re dibin yek. Tu eleqeya wî ya aştî û demokrasiyê bi hev tune ye. Tenê derdê Erdogan îktîdara takekesî ya siyasî ye.
DESTHILATDARÎ JI ME DITIRSE!
Ji roja şerê li Sûriyeyê ketiye meriyetê heta niha bajarê herî bi refah û aram Efrîn bû. Lê li dijî Efrîn şer dan destpêkirin û talan kirin. Îro di cîhanê de welatê herî zêde bê edalet Tirkiye ye. Di parvekirina edalet û parvekirina çavkaniyên aborî de bê edaletî heye. Hemû çavkaniyên gel desteser dikin û dibin Qesrê. Ronahî û hemû çavkaniyên gel desteser dikin û Tirkiye dixin nava tariyê. Ji bo em Tirkiye ji tariyê xelas bikin û li ronahiyê xwedî derkevin em di 25'ê Tîrmehê de li sindoqan xwedî derkevin.
Ew qas ditirsin ji hev ditirsin. Tirs bûye xewna wan. Em bi ser ketin. Demokrasî û biratiya gelan bi ser ketiye. Ji ber em bi ser ketine serî li hemû lîstik dek û dolaban didin. Ji ber ku em bi ser ketine dixwazin rê li pêş me bigirin. Berxwedana gelan bi ser ketiye. Bi deh hezaran hevalên me hatin binçavkirin. 6 hezar hevalên me girtî ne. Hevserokên me yên berê girtî ne. Sabahat. Fîgen, Selma, Gultan hemû girtî ne. Ew xwediyê vê hezkirin û sevdayê ne. Em ê vê hezkirina wan mezin bikin. Yên xwestin me dîl bigirin û serê me bitewînin zextan zêde dikin. Me berê got hûn şaşiyan dikin. Lê hêj nû wê hişê we bê serê we. Gelo piştî we Şirnex û Sîlopî xera kir hişê we bê serê we? Bê eyb û şerm tên Şirnex û Sîlopiyê û dengan dixwazin. Berê xwe rast bikin piştre werin. Naçin hurmetê nîşanî mirovan nadin. Wan ji cih û warên wan dikin û piştre jî diçin bê şerm dengan ji wan dixwazin. Ev nayê ji bîr kirin.
‘ŞIRNEX Û BOTAN EVÎNDARÊN AZADIYÊ NE’
Dixwazin bi van zextan gelê Şirnex û Botanê têxin bi kontrolê lê Şirnex û Botan evîndarê azadiyê ne. Em vê yekê tu carî qebûl nakin. Em ê ji bo azadî, demokrasî û mafên mirovan li xwe xwedî derkevin
Şirnexî wê Şirnexê, Efrînî wê Efrînê û Îzmîrî wê Îzmirê bi rêve bibin. Ew ji rêveberiyê fam nekin qeyûm tayîn dikin. Ji bo nikarin bi rê ve bibin qeyûm tayîn dikin. Ev Îktîdara tundiyê ye. Bi tundiyê, bi talankirin û wêrankirinê li ser piyan in. Em wê di 24'ê Heziranê de li sindoqên xwe xwedî derkevin û xwe bi rê ve bibin. Em wê xwe jî û bajarên xwe jî bi dest bixin. Em ê hemû şaredariyên di 2009'an de me bi dest xistibûn dîsa paş ve bistînin. Em ê bêtir şaredariyan bi dest bixin. Ji bo ev axa xweşik û wargeha xweşik pêş bikeve divê em ji nû ve ava bikin. Sewalkarî û çandinî divê ji nû ve pêş bikeve. Ev yek bi ceza nayê pêşxistin. Bi serbestiyê tê pêşxistin. Ji bo jiyanek azad divê em li axa xwe, xwarina xwe, ava xwe, sewalên xwe, li çemên xwe zozan û çiyayên xwe xwedî derkevin.”