Li 30 bajaran ji bo Sûr û Heskîfê çalakî hatin lidarxistin
Li 30 bajarên cîhanê bi wesîleya ‘28ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî yên ji bo Sûr û Heskîfê ya Cîhanê’ çalakî hatin lidarxistin.
Li 30 bajarên cîhanê bi wesîleya ‘28ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî yên ji bo Sûr û Heskîfê ya Cîhanê’ çalakî hatin lidarxistin.
Ji bo nerazîbûna hilweşandin û qirkirina dîrokî, polîtîk û ekolojîk a li ser Sûr û Heskîfê roja Şemiyê li heft bajarên Tirkiyeyê û li bîst herêmên deh welatan bi wesîleya ‘28ê Nîsanê Roja Çalakiyên Kurewî yên ji bo Sûr û Heskîfê ya Cîhanê’ çalakî hatin lidarxistin. Bi van çalakiyên li ser Sûr û Heskîfê du bajarên antîk li cîhanê bûn rojev.
Heskîf û Geliyê Dîcleyê ya 12 hezar salî, tê xwestin ku di bin Bendava Ilisûyê de were hiştin. Bi vê bendavê re ew ê Heskîfa dîrokî di binê avê de bimîne.
LI EWRÛPAYÊ ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN
Çalakgerên Heskîf û Batmanê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û siyasetmedarên muxalîf ji havîna 2017’an û vir ve balê dikişînin ser hilweşandinên fîîlî. Di çalakiyan de bang hate kirin ku divê xwedî li Heskîf û Sûrê were derketin.
Li Elmanyayê li deh bajaran û bi giştî li 20 bajaran gelek çalakiyên bi mîtîng, stand, pêşangeh, fîlm û panelan hatin lidarxistin.
Li Atîna, Bîlbao, Barcelona, Rîbes (Katalonya), Madrîd, Martîgûes (Fransa), Londra, Stockholm, Berlîn, Hambûrg, Hannover, Bremen, Celle, Frankfûr, Freîbûrg, Karlsrûhe, Regensbûrf, Munchenê çalakî hatin lidarxistin.
Li Îranê jî ji bo piştgiriya Sûr û Heskîfê di 25 û 27’ê Nîsanê de çalakî hatin lidarxistin. Sala borî ji bo piştgiriya Heskîfê li Îranê 150 hezar îmze hatibûn berhevkirin.
Ji ber êrîşên dewletê yên li Sûrê di sala 2015’an de nîvê Sûrê tevî 170 berhemên dîrokî hate hilweşandin, bi kêmanî 23 hezar kes hatin koçberkirin û çanda bi hezaran salan hate tunekirin.