Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Li Marsîlyayê tecrîd hate protestokirin

Kurdistanî û dostên wan ên li Marsîlyayê kom bûn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protestokirin.

Bi armanca bidawîkirina tecrîda girankirî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Marsîlya yê Fransa meşek hate lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên saet 14:00’an de li Qada Canebîereyê kom bûn heta Qada Vîeûr Portê meşiyan. Di çalakiyê de pankart “Faşîst- Kujer Erdogan” hate vekirin, bê navber dirûşmên “Ji bo Rêber Apo azadî” hate qîrkirin.

Li Qada Vîeûx Portê ji bo şehîdên şoreşê deqeyek rêz hate girtin û piştre jî li ser navê NCKD Yakûp Tok û li ser navê karê derve jî Mehmet Soylemez axivîn.

Çalakî bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” ve bi dawî bû.