Li Parîs û Aaraûyê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê ji bo şehîdên meha Gulanê tûrnûwaya bibîranînê hate lidarxistin. Li bajarê Aaratûyê jî gerîlayên HPG’ê Bariş Er û Necmettîn Kûtûm hatin bibîranîn ên ku li Amanosê şehîd bûbûn.

Li bajarê Marsîlyayê yê Fransayê ji bo şehîdên meha Gulanê tûrnûwaya bibîranînê hate lidarxistin. Bi tevlêbûna 16 tîman saet di 09.00’an de li Stada Marîgnaneyê ji bo şehîdên Kurdistanê tûrnûva hate destpêkirin. Piştî maçan, tîma bi navê Roja Welat bû yekemîn.

Tîma Roja Welat piştî maçê daxuyanî da û banga tevlêbûna festîvala ciwanan a Mazlûm Dogan kirin a ku di 5’ê Gulanê de ew ê li Parîsê were lidarxistin. Roja Welat got ku,”Werin em bi hev re tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin.”

AARAÛ

Li bajarê Aaraû yê Swîsreyê jî ji bo gerîlayên HPG’ê yên bi navê Bariş Er (Dijwar Erkendî) û Necmettîn Kûtûm (Ferhat Jînda) yên ku li Amanosê şehîd bûbûn, çalakiya bibîranînê hate lidarxistin. Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyîr Aydar, Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca û Hevşaredarê Amedê Firat Anli jî tê de gelek kes tevlî merasîma bibîranînê bûn.

Di merasîmê de Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Zubeyîr Aydar axivî û got, “Şehîdên me em anîne van rojan, peywira me jî ev e ku em xwedî li têkoşîna wan a bi rûmet derkevin. Îro YPG û YPJ li Efrînê şer dike, divê her kes bizanibe ku em ê dewleta Tirk ji Efrînê derxînin.”

Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca jî diyar kir ku ji bo hilbijartinên di 24’ê Hezîranê de divê mirov bi giyanê 7’ê Hezîranê bixebite.

Piştî axaftinan sînevîzyona li ser Dijwar Erkendî hate temaşekirin.