Agahiyeke girîng ji bo dengdêrên li derveyî Tirkiyeyê
Karê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê li derveyî welat dest pê kir. Pêkhateyên HDP'ê bang li dengdêrên xwe kirin ku tevlî karê ji bo hilbijartinê bibin.
Karê ji bo hilbijartina 24'ê Hezîranê li derveyî welat dest pê kir. Pêkhateyên HDP'ê bang li dengdêrên xwe kirin ku tevlî karê ji bo hilbijartinê bibin.
Dengdêrên li derveyî Tirkiyeyê, wê li gorî welatên lê dijîn rojên cuda dengê xwe bidin. Dengdana li derveyî Tirkiyeyê wê ji bo tûra destpêkê di navbera 7-19'ê Hezîranê de bê kirin. Ji bo tûra duyemîn jî wê ji 30'ê Hezîranê heta 4'ê Tîrmehê deng bê dayin.
Lîsteya dengdêrên li derveyî welat wê 2'ê Gulanê roja Çarşemê li navnîşana http://www.ysk.gov.tr bê ragihandin û îlan wê 12'ê Gulanê roja Şemiyê biqede. Ji 2'ê Gulanê heta 12'ê Gulanê wê dengdêr karibin li malpera http://www.ysk.gov.tr qeyda xwe kontrol bikin. Yên ku qeyda xwe nînin an jî dixwazin cihê qeyda xwe biguherînin, ji 2 heta 12'ê Gulanê divê serî li nûnertiyên derve bidin û forma li ser mijarê dagirin.
Di heman wextê de yên li Tirkiyeyê bin divê tevî pasaportên xwe serî li midûriyetên nifûsê bidin û bi vî rengî forma beyankirinê dagirin.
Tê gotin ku serlêdana bi rêya postayê nayê qebûlkirin.