Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

CDK-F’ê li Parîsê kongreya xwe ya 2018’ê lidar xist

CDK-F’ê kongreya xwe lidar xist. Kongreya bi tevlîbûna sedan kesî ya li Navenda Giştî ya Partiya Komînîst a Fransa hate kirin, bi deqeyek rêzgirtin û hevserokan Fatma Nesanir û Vedat Bîngol destpê kir.

Li gel delegyên kongreyê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransa (PCF)Pîerre Lanûrent, Endamê Têkiliyên Navneteweyî yê Partiya Komunîst a Fransa Pascal Torre, Hevseroka MRAP’ê Rene Lemîgnon, Berdevka Netewî ya Partiya Ekolojî ya Keskan a Ewropa Sandra Royal, Li ser navê Tevgera Komunîstên Ciwan ên Netewî Cyrîl Benoît, Ji Racîsme SOS’ê jî Dan Cohen, li ser navê Partiya Çep, ji Pêkhateya Alternatîf Adel Dorade, li ser navê France Kurdistan Sylvîe Jan, ji hevberdevkên Kongreya Demokraîk a Gelan-Fransa (HDK-F) Hatîce Şahîn, Îbrahîm Seydo û ji rêveberiya HDK-F, FEDA û CÎK jî di serî de gelek sazî cihê xwe girtibûn.

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransa Pîerre Laûrent û kêfxweşiya xwe ya ji bo tevlîbûna Kongreya CDK-F’ê anî ziman.

Laûrent ê ku got em ji nêz ve bûyerên li Kurdistanê rû didin dişopînin û got: “Em hertim piştgirî didin çalakiyên we. Daxwazên we yên demokrasî yê me ne, daxwazên we yên aştî û azadiyê, li Tirkiyê, Rojava hemû cihên ku Kurd lê hene, di wateya nasîna gel de ku ji bo me li Fransayê û Ewropayê bixe nava tevgerê, mûtîve dike.”

Laûren diyar kir ku Erdogan hilbijartina 24’ê Hezîranê provoke dikin wiha berdewam kir: “Rexmî hemû tiştî, ji bo serbikeve parlementerên HDP’ê û hevserokên şaredariyên we xistin di girtîgehan de û ez li ser vê rewşa wan pir hişyarim. Bi taybet Selahettîn Demîrtaş weke biran dibînim. Di serî de ez û em ê ji bo encama namzetiya Selahatîn Demîrtaş yê ku we ji bo Serokkomariyê diyar kiriye gelekî baldar bin. Projeya we ya polîtîk demokratîk, femînîst û ekolojîk li Ewropayê ji aliyê gelek organîzasyonên pêş ve piştgirî digire. Ji ber ku; ew ne tenê ji bo Rojhilata Navîne, ji bo hemû cîhanê hêviyekî dide afirandin. Ji ber vê çendê, divê bi lez Serokê we Abdullah Ocalan bê berdan û PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Hûn dikarin baweriya xwe bi me, hemû milîtanên kominîst û hemû hilbijartiyên me bînin… Bijî gelê Kurd.”

Endamê Têkiliyên Navneteweyî ya PCF’ê Pascal Torre jî peyamên piştgiriyê dan.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr têkildarî hilbijartina 24’ê Hezîranê axivî. Goksûngûr anî ziman ku wê tenê ne sîleya Kurdan, di heman demê de pêwîstî bi sîleya Ermenî, Elewî, Êzîdî û dîsa hemû beşên din ên civakê heye.

Hevberdevkê HDK-F’ê Îbrahîm Seydo jî pêşniyar rêxistinkirin û meclîsan kir. Seydo bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, diyar kir ku ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin divê qada têkoşînê bê berfirehkirin. Seydo got ji bo 24’ê Hezîranê divê xebatek xurt bê birêve birin.

Kongre bi xendina rapor, nirxandin û rojeva hilbijartinê ve dom kir. Ji bo Hevserokatiya CDK-F’yê Fevziye Erdmîrcî û Vedat Bîngol hatin hilbijartin. Kongre bi rêzgirtina ji bo bîranîna Mueyyen Palabiyik (Şîlan Firat) ve bi dawî bû.