Kesên di 1'ê Gulana 1996'an de hatin qetilkirin li Kadikoyê hatin bibîranîn

Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Hasan Albayrak, Yalçin Levent û Dûrsûn Adabaşî bi bîr anîn yên ku di 1’ê Gulana 1996’an de ji aliyê polîsan ve hatibûn qetilkirin.

Endam û rêveberên KESK'ê karker Hasan Albayrak, Dûrsûn Odabaşî û Yalçin Levent bi bîr anîn ên ku di 1'ê Gulana 1996'an de li Kadikoyê hatin qetilkirin. Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku kesên hatin hilbijartin ji bo kujerên kesên di 1'ê Gulanê, Sêwas, Çorum, 10'ê Cotmehê û Pirsûsê hatin kuştin ronî bike, tu tiştek nekirin.

Rêveberên KESK'ê ji bo Hasan Albayrak, Dûrsûn Odabaşî û Yalçin Levent ên di 1'ê Gulanê de li Kadikoyê hatin kuştin bi bîr bîne, li pêş otoparka Şaredariya Kadikoyê çalaki pêk anîn. Girseya ku di nav de Parlamenterê HDP'ê Lezgîn Botan, Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, Hevseroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekîn Aydogan, Serokê DÎSK'ê yê berê Kanî Beko û gelek kesên din amade bûn. Di bernameya bîranînê de Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk, diyar kir ku ji bo kesên hatin qetilkirin bi bîr bînin dîsa li qadan in û wiha got: "Em dibînin ku rêveberiya Tirkiyeyê hêj bi qatilan re rû bi rû nebûye. Em dibînin ku yên qetil dikin nayên darizandin. Kesên hatin hilbijartin ji bo kujerên kesên di 1'ê Gulanê, Sêwas, Çorum, 10'ê Cotmehê û Pirsûsê hatin kuştin ronî bikin, tu tiştek nekirin.”

Komê piştre cihê ku Albayrak, Odabaş û Levent lê hatine qetilkirin qurnefil danîn ser gorê wan û belav bûn.