Hesen: Heta ku dagirkeran ji Efrînê biqewirînin, em ê têbikoşin
Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen got, vekişîna ji Efrînê nayê wateya destberdana ji têkoşînê û diyar kir, heta ku dagirkeran ji Efrînê biqewirînin wê têbikoşin.
Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen got, vekişîna ji Efrînê nayê wateya destberdana ji têkoşînê û diyar kir, heta ku dagirkeran ji Efrînê biqewirînin wê têbikoşin.
Li paytexta Swêd Stockholmê civîna gel hate lidarxistin û Hevserokê Giştî yê PYD'ê Şahoz Hesen û ji Yekîtiya Suryaniyan a Ewropayê Metîn Rhawî weke qiseker tevlî bûn.
Civîn li Navenda Perwerdeyê ya Kar (ABF) pêk hat û Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê tevlî bûn. Hesen rewşa dawî ya li Rojava nirxand û Rhawî jî li ser serdana xwe ya li Rojava agahî da.
Hesen destnîşan kir ku ji bo derxistina hêzên dagirker ji Efrînê berxwedaneke bi biryar a leşkerî û siyasî didome.
Hesen bi bîr xist ku bermayiyên El Nûsra, Ahrar û Şam û DAÎŞ'ê di bin sîwana dewleta Tirk de li Efrînê talan û komkujiyan dikin û Rûsya bi tundî rexne kir ku bi vekirina qada hewayî re rê li ber dagirkeriyê vekir.
JI BO PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊN MEZINTIR BIGIRIN ME BIRYARA VEKIŞÎNÊ DAN
Hesen her wiha welatên Yekîtiya Ewropayê û cîhana rojava jî ji ber bêdengiya wan rexne kir û got, "Me biryara vekişînê dan, ji ber ku rojên dawî dewleta Tirk êrîşên xwe yên bi balafirên şer giran kir. Êrîşî sivîlan kir. Bombe li Nexweşxaneya Efrînê barand. Nêzî 50 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji bo pêşî li komkujiyên mezintir bigirin me biryara vekişînê dan."
Hesen destnîşan kir ku vekişîn nayê wateya destberdana ji berxwedan û têkoşînê û diyar kir ku ji bo ewlekariya gelê sivîl biryareke wiha diviyabû bihata dayin. Hesen got, "Ev yek nayê wê wateyê ku me Efrîn ji dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê re hiştine. Heta ku em dagirkeran ji Efrînê biqewirînin em ê li ber xwe bidin û têbikoşin."
SURYANIYAN LI CEM XWIŞK Û BIRAYÊN XWE YÊN KURD CIH GIRTIN
Ji Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê Metîn Rhawî jî da xuyakirin ku gelê Asûrî-Suryanî-Keldanî xwe nêzî rejîmê ya jî Îslamiyên 'mûxalîf' nekirine û destnîşan kir ku wan cihê xwe li cem xwişk û birayên xwe yên Kurd girtine.
Rhawî diyar kir, sîstemeke federal li Sûriyeyê ji bo Asûrî-Suryaniyan alternatîfa herî aqilane ye û got, hem Sûriye, hem jî Tirkiye li dijî mafên bingehîn ên Kurd, Suryanî û hindikahiyan e.
Rhawî got, her kes pê zane ku dewleta Tirk ji bo pêşî li statuya Kurdan a li Sûriyeyê bigire hevkarî bi çeteyên DAÎŞ'ê re kiriye û işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a Kurdan, Asûrî-Suryanî û hindikahiyên ên a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kir.