Li Sydneyê ji bo Efrînê çalakî hat lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sdney ê Avûstralyayê dijîn bi çalakiyekê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û êrîşên qirkirinê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Sdney ê Avûstralyayê dijîn bi çalakiyekê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê û êrîşên qirkirinê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan li ser banga Komîteya Efrîn a Sydneyê li Qada Cîrûlar Qûay li hev civiyan û komkujiyên dewleta Tirk protesto kirin.
Di çalakiyê de li ser navê komîteya amadekar Brûsk Aeverî axivî û wiha got; “Bêdengiya hêzên navnetewî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ku pêşengtiya wê çeteyên DAIŞ û El Nûsra dike, hêzê dide DAIŞ û Erdogan.”
Serokê Giştî yê Şaxê NSW Beşa Giştî û CFMEÛ Înşaat Rîta Mallîa jî di axaftina xwe de got li Rojava modeleke nû tê avakirin û bi vê modelê re kesên bindest reng, ziman û çanda xwe dibînin.
Mallîa diyar kir ku Efrîn pêşengtiya vê modelê dike û wiha got; “Erdogan ji ber ku ji vê modelê ditirse ji bo wê evqas êrîşî Rojava dike.” Mallîa bang li Netewên Yekbûyî û Avûstralyayê kir ku ji bo dewleta Tirk ji Efrînê derbikeve zextan bikin.
Di çalakiyê de Mîra ya 8 salî ku ji Efrînê ye jî axaftinek kir.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Kujer Erdogan’ û ‘Deweleta Tirk a dagirker’ hatin berzkirin û belavok hatin belavkirin.