Tecrîd û dagirkirina Efrînê li Grazê hatin şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê li bajarê Graz ê Awûstûryayê hatin şermezarkirin.
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê li bajarê Graz ê Awûstûryayê hatin şermezarkirin.
Çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.
Bi vê armancê li bajarê Graz ê Awûstûryayê çalakiyek hate lidarxisitn.
Kurdistaniyan pankarta bi nivîsa "Azadî ji Rêber Apo re, bes e ji dagirkeriya li Efrînê re" hildan û dirûşmên "Faşîst, kujer Erdogan" û "Azadî ji Rêber Apo" re qîriyan.
Di çalakiyê de li ser mijarê gelek belavok jî hatin belavkirin.