Li Çewligê 26 herêm hatin qedexekirin
Dewleta Tirk a dagirker li Çewligê di dorhêla operasyonên leşkerî de 26 herêm bi du hefteyan weke "Herêma ewlehiya taybet a demborî" îlan kir.
Dewleta Tirk a dagirker li Çewligê di dorhêla operasyonên leşkerî de 26 herêm bi du hefteyan weke "Herêma ewlehiya taybet a demborî" îlan kir.
Li 26 herêmên navend û navçeyên Çewligê, di navbera 30'ê Nîsanê-14'ê Gulanê de "Herêma ewlehiya taybet a demborî" hatine ragihandin.
Herêmên ku qedexe lê hatî ragihandin wiha ne: "Ortaçanak a girêdayî navendê, Zozanên Hesarê, Girê Hesarê, Feratan, Zozanê Çirê, herêmên Geliyê Merdîwenê, Çiyayên Şeytan, Newala Şeytan ên girêdayî Azaxpêrtê, Îlbey, Geliyê Maltepe, herêmên Sevkar, Saxgoze, Buyukçay, Yenîyazi, Dîkpinar, Derman û herêmên Şekeran ên girêdayî navçeya Darahênê, li herêmên Yenîbaşak-Doguyelî yên girêdayî navçeya Bongilanê, Newala Horîvanik-Newala Tahkîm(Geliyê Pohusê), Daristanên Kirkoyê, Newala Manavê û herêmên Guneşlîk, Gokçebal ên li navçeya Korxolê,li navçeya Gêxiyê Çomakderesî, li navçeya kanîreşê herêmên Karacehennem Ormanlari, li navçeya Yedîsûyê jî herêma Zozanê Akimli”