Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Roja 1'ê Gulanê wê ji bo Efrînê ala YPG'ê bê hildan

Tevî ku polîsên Elman dan xuyakirin ku wê destûrê nedin meşê, mîna her sal wê li paytexta Elmanya Berlînê "meşa şoreşgerî" ya 1'ê Gulanê pêk were. Di meşê de wê alên YPG/YPJ, PYD û PKK'ê bên hildan.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ku li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê têdikoşin wê mohra xwe li xwepêşandanên 1'ê Gulanê yên alternatîf ên li Elmanyayê bixe. "Meşa şoreşgerî" ya kevneşop ku her sal li Berlînê tê lidarxistin, îsal jî wê bi beşdariya gelek komên çep pêk were. Meşa îsal diyarî Efrînê û YPG/YPJ'ê tê kirin.

Meş wê li taxa Kreuzberg a Berlînê 1'ê Gulanê roja Sêşemê saet 18'an dest pê bike û tê payin ku 15 hezar aktîvîst tevlî bibin. Piştî ku hate bihîstin ku meş wê pêk were, hêzên ewlekariyê yên Elman ketin nava liv û tevgerê. Meş bi gotina "Em ê mafê xwe yê xwepêşandanê ku qanûn ji me re nas dike" bi kar bînin bêyî destûrgirtinê pêk tê. Polîsên Elman hewl didin bi daxuyaniyan meşê krîmînalîze bikin.

Tê gotin, dibe ku bûyerên par meha Tebaxê di dema xwepêşandanên şermezarkirina civîna bilind a G-20'an a li Hambûrgê rû da, careke din rû bidin. Polîs zextê li komên çep dikin ku sembolên tevgera azadiyê ya Kurdistanê hilnedin.

'1'Ê GULANÊ DIVÊ ROJA PIŞTEVANIYÊ YA NAVNETEWEYÎ BE'

Komîteya Amadekar li ser amadekariyên dawî yên meşê agahî da ANF'ê û destnîşan kir ku li dijî zext, gef û hewldanên krîmînalîzekirinê wê sembolên tevgera azadiyê ya Kurdistanê hildin. Komîteyê diyar kir ku sembol meşrû ne û ragihand ku bi vê meşê re ew dixwazin balê bikişînin ser qedexeya li ser PKK'ê.

Di daxuyaniya nivîskî ya komîteyê de hate bibîrxistin ku 1'ê Gulanê salên dawî tenê weke rojeke şahiyê tê dîtin û hate gotin, "1'ê Gulanê her wiha divê roja geşkirina piştgiriya enternasyonal be. Dema ku me îsal dest bi amadekariyên 1'ê Gulanê kirin, dewleta Tirk êrîş bir ser Efrînê û Rojava ku hêviya cîhanê ne. Me jî ji ber vê yekê Efrîn û Rojava kirin mijara sereke ya 1'ê Gulanê ya îsal."

Komîteyê diyar kir ku sembolên qedexekirî her wiha sembolên wan e û wiha dewam kir: "Dewleta Elman bi rêya qedexekirinê dixwaze hêviya ku ji Rojava şewq dide qedexe bike. Lê em ê di 1'ê Gulanê de bi çalakiyên xwe yên bê îteatiya sivîl re van sembolan hildin û nîşan bidin ku qedexeyên tên ferzkirin bi kêrî tiştekî nayên."

'DEWLETA ELMAN LI EFRÎNÊ ALIYEKÎ ŞER E'

Komîteyê da xuyakirin ku dewleta Elman bi desteka xwe ya siyasî û leşkerî li Efrînê bûye aliyekî şer û herî dawî ev bang kir: "Ji ber vê yekê çep a radîkal a Elman jî aliyekî berxwedana Efrînê ye. Me bi rêya çalakiyên xwe şîrketên çekan ên Elman şermezar kir û xwepêşandanên me wê piştî 1'ê Gulanê jî bidomin. Yên dixwazin destekê bidin berxwedana Efrînê divê tevlî meşa me ya 1'ê Gulanê bibin."

Li Berlînê polîsan jî ji niha ve dest bi amadekariyan kirin. Ji 9 eyaletan wê polîs li Berlînê bên civandin. Hate ragihandin ku wê rojê wê bi giştî 5300 polîs wezîfedar bin. Senatorê Wezareta Karên Hundir a Eylaeta Berlînê Andreas Geisel çend roj berê li ser amadekariyên polîsan û tevdîrên ewlekariyê agahî da çapemeniyê û got, "Xuya ye îsal wê ji salên bihurî girantir be."