Kûrt Pelda: Şerma Swîsreyê ye
Yek ji nûçegihanê naskirî yê Swîsreyê Kûrt Pelda nerazîbûn nîşanî firotina alkola îzopropîl da ku Swîsreyê ji bo hilberîna gaza sarînê firotibû Sûriyeyê û got, ev yek şerma Swîsreyê û hikumeta Swîsreyê ye.
Yek ji nûçegihanê naskirî yê Swîsreyê Kûrt Pelda nerazîbûn nîşanî firotina alkola îzopropîl da ku Swîsreyê ji bo hilberîna gaza sarînê firotibû Sûriyeyê û got, ev yek şerma Swîsreyê û hikumeta Swîsreyê ye.
Çend roj berê eşkere bûbû ku Swîsreyê di Mijdara 2014'an de alkola îzopropîlê firotiye Sûriyeyê ku ev made ji bo hilberîna gaza sarînê tê bikaranîn. Derkete holê ku şîrkete Swîsreyê 5 ton alkola îzopropîlê firotiye Sûriyeyê ku şerekî giran ê navxweyî lê diqewime û hikumeta Swîsreyê jî li pêşberî vê yekê bêdeng ma. Vê yekê bandoreke mezin kir.
Rayedaran hê li ser mijarê daxuyaniyeke têrker nedane. Yek ji rojnamevanên naskirî yê Swîsreyê Kûrt Pelda ku li rojnameya Tages-Anzeiger dinivîsîne, ji bo mijarê got, "Ev yek ji bo Swîsreyê û hikumeta Swîsreyê şerm e."
'NE YA QEBÛLKIRINÊ YE'
Pelda got, "Sala 2011'an dema ku li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, nehat bîra kesî ku sivîlên li vî welatî rojekê bi çeka sarînê bi hovane bê kuştin. Lê tevî vê yekê jî endamê Konseya Federal a Swîsreyê Johann Scheinder-Amman pêkanîn li ser qesabê sereke yê rejîma Sûriyeyê dîktator Beşar Esad ferz kir. Wekî din Yekîtiya Ewropayê firotina gazê ji bo Sûriyeyê qedexe kir." Pelda diyar kir ku tevî vê yekê jî sala 2014'an ev gaz ji Sûriyeyê re hatiye firotin û ev yek ne ya qebûlkirinê ye.
'JI BO SWÎSREYÊ ŞERM E'
Pelda anî ziman ku ew nizanin bê alkola îzopropîl a ku Swîsreyê firotiye Sûriyeyê di kuştina sivîlan de hatiye bikaranîn an na û got, "Sekretera ji Aboriya Swîsreyê Berpirsyar (SECO) tevî ku bi firotina vê alkolê re ti qanûn binpê nekiriye, divê şîrketa Sûriyeyê ya ku ev gaz kiriye, lêkolîn bikira. Ji xwe kiryarên li derveyî mirovahiyê yên rejîma Esad ên li dijî sivîlan sala 2004'an li pêş çavan bû."
Pelda gotara xwe bi vê gotinê qedand: "Ev mijar ne tenê cihê xemgîniyê ye, her wiha ji bo Swîsre û hikumeta Swîsreyê şerm e."