Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim

Li Belçîkayê ji bo HDP’ê Koordînasyona Hilbijartinê hate avakirin

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ku li Belçîkayê dijîn, Koordînasyona HDP’ê avakirin û ji bo HDP’ê dest bi xebatan kirin.

Kes û nûnerên saziyên ji beşên cihê yên li Belçîka dijîn, ji bo xebatek hevpar a ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê li hev kom bûn û Koordînasyoneke Hilbijartinê avakirin.

Bi tevlîbûna saziyên Elewî û Kurd, saziyên hevpar û HDK, rêxistinên çepgir û kesayetên serbixwe koordînasyona hate avakirin, wê di hilbijartinê de destek bidin HDP’ê.

Beşdarvanan anîn ziman ku di Rewşa Awarte de biryara girtina hilbijartina bi darê zorê AKP û MHP wê siberoja welêt xestp bike, rola HDP’ê ya di têkibirina vê de diyar e. Hate diyarkirin ku hilbijêrên li Ewropa dikarin vê rewşê bidin guhertin û faşîzma AKP-MHP’ê hilweşîne.

BI AWAYEKE AKTÎF KAR BIDIN MEŞANDIN

Koordînasyonê destbi xebatên ku hemû komîsyonên xwecihî yên li bajêra dest bi xebatan kirin. Gava yekem a kar heta roja dengdanê ango 4’ê Gulanê kesên ku qeydên wan nîne, ji bo wan bûna alîkar e. Koordînasyon heta hilbijartinê wê bi awayeke aktîf li semt û kolanan bi hev re bicivin, wê serdana cihên kar û malan bikin.

JI BO ÇÛNA SEFARETXANEYAN WÊ KAR ASANÎ BIKE

Koordînasyon ji bo li sefaretxaneyan deng bên bikaranîn û ewlehiya wê xebat bike, her wiha ji bo hilbijêr xwe bigihînin sefaretxaneyan wê kar asanî bike û bibin alîkar. Her wiha koordînasyon wê girîngiya hilbijartinê jî ji raya giştî ya Belçîkayê re vebêje û her wiha kiryarên hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê bînin ziman. Her wiha koordînasyon ji bo şopandina hilbijartina li Tirkiyeyê jî wê li Belçîkayê heyeteke çavdêriyê ava bikin.

KOORDÎNASYONA JINAN

Kurdistanî û Tirkiyeyiyên li Belçîkayê jî dijîn li hev kombûn û Koordînasyoneke ya Jinan ava kirin. Koordînasyonê anî ziman ku polîtîkayên qirker ên AKP’ê li dijî destkeftiyên jinê ne û di serdema AKP’ê de herî zêde beşa civakê ku êşkence û hate qetilkirin jin in. Koordînasyonê binî xet kir ku wê hilweşandina faşîzma AKP’ê bi destê jinê be. Jinan bibîr xist ku di hilweşandina faşîzma AKP’ê de yek ji xala girîng a azadiya wê ye.