ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2018'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Nîsana 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Nîsana 2018'an.
- Çalakiyên ji bo ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê wê bên şopandin.
- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.
- Pêngava Şoreşgerî ya gerîlayên HPG'ê wê bê şopandin ku li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dest pê kiriye.
- Ji fermandarên HPG'ê Çeknas Qers li ser Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku wê berxwedana li dijî dagirkeriyê heta dawiyê geş bikin. Qers got, wê bi ruhê fedayî û Apoyî bi ser bikevin.
- Gerîlayên ji malbatên cerdevan bang li malbatên xwe kirin ku dest ji çeka dewleta Tirk berdin.
- Yek ji nûçegihanê naskirî yê Swîsreyê Kûrt Pelda nerazîbûn nîşanî firotina alkola îzopropîl da ku Swîsreyê ji bo hilberîna gaza sarînê firotibû Sûriyeyê û got, ev yek şerma Swîsreyê û hikumeta Swîsreyê ye.
- Gelê Bradostê li ber dagirkeriya dewleta Tirk radibe. Lê hinek xayin jî alîkariyê didin hewldana dagirkeriyê.
- Li dijî hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîlayên HPG'ê yên "Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û û Şehîd Pîroz" dewam dikin.
- Tevî ku polîsên Elman dan xuyakirin ku wê destûrê nedin meşê, mîna her sal wê li paytexta Elmanya Berlînê "meşa şoreşgerî" ya 1'ê Gulanê pêk were. Di meşê de wê alên YPG/YPJ, PYD û PKK'ê bên hildan.