Malbata Şenyaşar ji bo bîranîna di 14’ê Hezîranê de bang kirin

Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar ên ku di Nobeta Edaletê de ne, ji bo bîranîna di 14’ê Hezîranê de bang kirin.

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û lawê wê Ferît Şenyaşar di roja 459’emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Malbat vê sibehê jî mala xwe ya li navçeya Pirûsê hat ber edliyeyê û dest bi nobedê kir. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê ji bo bîranîna Haci Esvet Şenyaşar û lawên wî Adil û Celal ên di 14’ê Hezîrana 2018’an de di qetlîamê de hatin qetilkirin, bernameya bîranînê li dar bixe. 

Wê îro li ser medya dîjîtal hashataga #AdaletİcinUrfadayiz banga tevlibûna bîranînê were kirin. Dê di 14’ê Hezîranê de li navçeya Pirsûsê serdana gora her sê qurbaniyan bê kirin û bên bibîranîn. Her wiha dê li Baroya Rihayê jî forûmek têkildarî malbata Şenyaşar û edaletê were lidarxistin. 

 ÇAR SAL JI SER KOMKUJIYÊ DERBAS BÛ LÊ HÊ JÎ DOSYE VEŞARTÎ YE

Ferît Şenyaşar diyar kir ku berxwedana wan 459 roj in bênavber berdewam dike û banga tevlibûna bîranînê kir û got: “Çar sal bere qetlîam li ber çavê her kesî pêk hat. Çar sal di ser komkujiyê re derbas dibe lê hê dosye veşartî ye. Têkoşîna me ya edaletê didome. Em bang li rêxistinên sivîl dikin û dibêjin werin tev li bîranînê bibin û bibin dengê têkoşîna me. Sûcek mirovî li holê heye. Werin em di roja bîranînê de bi hev re li edaletê bigerin û bînin. Bila tava edaletê ji Rihayê belavî hemû welat bibe.”