'Me soz dan ku xaka xwe biparêzin'

Gerîlayên ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rengê fedaî li ber xwe didin, diyar kir ku ew bi bawerî li ber her cûre êrişê radibin û gotin, "Gelê me û dostên Kurdan divê bi gerîla re bibin yek û şerê gel ê şoreşgerî bi ser bikeve."

Gerîlayên HPG û YJA Starê berxwedana gerîla ya li Zapê ji ANF'ê re nirxandin.

Gerîlayê hPG'ê Welat Mîdyad diyar kir ku dewleta Tirk li her qadê êrişî gelê Kurd dike û bi taybetî êrişên li ser gerîla û girtiyan vê demê zêde kiriye.

Welat Mîdyad destnîşan kir ku gerîla jî bi rengekî mezin li dijî êrişan li ber xwe didin û got, "Em bi taktîkên gerîla yên nû û modern li ber êrişên dewleta Tirk radibin. Bi taktîkên tîmên bi tevger ên gerîla teknîka ku dewleta Tirk ji NATO'yê standiye tê têkbirin. Çawa ku dewleta Tirk par li Zap, Avaşîn û Metînayê têk çû îsal jî wê têk biçe. Dewleta Tirk ji destpêka êrişan ve gaza kîmyewî bi kar tîne, lê belê li pêşberî berxwedana bêhempa ya hevrêyên me xitimî ye. Em ê ti carî destûrê nedin ku dijmin li xaka me bimîne û gelê me qir bike. Em ê heta dawiyê gelê xwe biparêzin. Bi felsefeya Rêber Apo û piştgiriya gelê xwe em ê li hemberî dijmin bi ser bikevin. Divê gelê me jî piştgiriyê bide me û em bi hev re dijmin têk bibin."

'CIWANÊN KURD DIVÊ BERÊ XWE BIDIN QADA BERXWEDANÊ'

Gerîlaya YJA Starê Arjîn Gabar jî diyar kir ku di sedsala 21'ê de Şerê Cîhanê yê 3'emîn li Kurdistanê diqewime û got, "Li her devera Kurdistanê şerekî giran diqewime û zarokên Kurdistanê jî bi ruhekî welatparêz û fedaî li ber vî şerî radibin. Armanca vê konseptê ne tenê qirkirina fîzîkî ye, di heman demê de tunekirina çand, nasname û neteweyê ye.

Niha şerê herî giran ê li Kurdistanê, li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewime. Hem ji hewayî hem jî ji bejahî ve êriş têne kirin. Çekên qedexekirî û kîmyewî têne bikaranîn. Di her şerî de exlaqê şer heye. Dema ku dewletek êrişî hêzekê dike li gorî exlaqê şer tevdigere, lê belê bi dewleta Tirk a dagirker re ev exlaq nîne. Hevrêyên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rengekî bêeman têdikoşin. Me soz dane ku gelê xwe û xaka xwe biparêzin. Her gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo vê soza xwe pêk bînin, li dijî çekên kîmyewî, li dijî her cûre teknîkê li ber xwe didin.

Gerîlayên YJA Starê li her qada ku lê ne li dijî dijmin çalakiyên mezin dikin. Gerîlayên YJA Starê pêşengiyê vê têkoşîna zehmet re dikin. Li hemberî her cûre êrişan bi biryardarî û bawerî têdikoşin. Em soza xwe dubare dikin ku xaka xwe ti carî ji dijmin re nehêlin. Her ciwanên Kurd divê berê xwe bidin qadên berxwedanê û li dijî dijmin têbikoşin. Gelê me, dostên Kurdan divê bi gerîla re bibin yek û şerê gel ê şoreşgerî bi ser bixînin."

'EM Ê CAREKE DIN NEHÊLIN KU GELÊ ME BÊ QIRKIRIN'

Gerîlayê HPG'ê Kazim Sêrt jî anî ziman ku ew di pêvajoyeke dîrokî de ne û got, "Bi taybetî ji sala 2015'an û vir ve şerekî gelekî giran û mezin diqewime. Dijmin vî şerî ji bo xwe weke şerê man û nemanê dibîne, lewma derfetên xwe hemû ji bo vî şerî bi kar tîne. Li ku Kurdek mabe, li ku derê ji bo Kurdan têkoşînek hebe êrişî wê derê dike. Ji ber vê yekê di nava du salên dawî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî gelekî mezin tê meşandin.

Dewleta Tirk a dagirker li pêşberî berxwedana hevrêyên me bêçare maye. Hevrêyên me li hemberî dijmin destanên dîrokî dinivîsînin. Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Kurdistanê ew e ku Kurdan bêstatu bihêle û Kurdan bike kole. Lê belê em gerîla, em ê careke din nehêlin ku gelê me bê qirkirin.

Bi hêza gerîla em ê îradeya dijmin bişikînin û Kurdistanê azad bikin. Em bi çanda berxwedanê ya 14'ê Tîrmehê dijîn. Ji ber vê yekê ti hêz nikare me têk bibe. Bila dijmin zanibe ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê wê ti carî dest jê bernede. Divê gelê me di vê pêvajoyê de ji hevkariya PDK'ê agahdar be. Di vê pêvajoya dîrokî de hem gerîla hem jî gel divê bi rol û mîsyona xwe rabin. Ciwan divê tevlî nava refên gerîla bibin û têbikoşin."