‘Xizmet’ên Erdogan ên ji bo Wanê: Avakirina qereqol, girtîgeh û edliyeyan

Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan wekî salên borî dîsa li Wanê dest bi vekirinên komî yên xeyalî dike. ‘Xizmetên’ herî baş a Erdogan dîsa bû girtîgeh, avahiyên edliyeyê û emniyetê yên nû.

Serokkomarê Tirk ê AKP’yî Recep Tayyip Erdogan wê îro dîsa were Wanê, tevlî merasîma vekirina komî bibe û wê li Qada Beşyolê jî mîtîngekê li dar bixîne.

Bi hatina Erdogan re li bajêr Wanê rewşa awarte hate îlankirin. Hemû rê û kolan bi TOMA û wesayîtên leşkerî hate girtin, polîs li her derê nasnameyan kontrol dikin. Hemû saziyên dewletê jî ji bo mîtîngê hatin seferberkirin. Walîtiya Wanê, Miftîxane, Midûriyeta Perwerdehiyê û şaredariyên qeyyûm seferberî ragihandin.

Waliyê Wanê ji xeynî karmendên bi destûr û rapor xwest divê hemû karmend tevlî mîtînga AKP’ê bibin û miftiyê bajêr Omer Keskîn jî bi melayan re rûnişt û xwest bila ji her derê bi mînîbusan mirovan bînin qada mîtîngê û heqê rê jî ji aliyê meleyan ve were dayîn. Midûriyeta Perwerdehiyê jî zextê li midûr û mamosteyan dikin ku divê xwendekaran bînin qada mîtîngê. Şaxa Egîtîm-Senê ya Wanê civîneke çapemeniyê li dar xist û xwest divê Midûriyeta Perwerdehiyê dev ji vê helwesta xwe berde.

CIHÊN BERÊ HATIBÛN VEKIRIN WÊ DÎSA VEKIN

Hefteyên borî CHP çûbû Wanê û piştî vê Erdogan jî ji nişka ve biryar da ku biçe Wanê. Erdogan xwe amade dike ku li Wanê dîsa merasîma vekirinên komî bike. Erdogan wê tevlî vekirina 155 tesîsan bibe lê jixwe di meha Nîsanê de Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Mûrat Kûrûm ev tesîs vekiribû. Erdogan wê tevlî vekirina tesîsên berê vebûyî bibe.

HETA NIHA 997 TESÎSÊN XEYALÎ HATINE VEKIRIN

Erdogan di sala 2002’an de dema ku hate ser desthilatdariyê, li Wanê gelek caran merasîmên vekirina komî li dar xist û tu kesî aqûbeta van vekirina nedît. Gelê Wanê her dem peya vekirina komî bihîst ê tu carî nekarî sûdê ji van xizmetên xeyalî werbigire. Erdogan di hilbijartina 2007’an de 333, di hilbijartina 2009’an de 125, di sala 2013’an de jî 37, di sala 2015’an de jî 193 û îro jî li Wanê 154 heb tê de, bi giştî 997 tesîs vekir.

RÊYA NEQEDIYAYÎ VEKIR

Erdogan di Gulana 2011’an de bi merasîmeke fermî 20 kîlometreyên rêya Miksê vekir. Lê piştî demeke kurt derket holê, vê rêya ku Erdogan vekirina wê kiriye, ji ber ku hilweşiyaye îhaleya wê dîsa hatiye kirin û hê neqediyaye. Bi vî awayî Erdogan di dîrokê de bû yekemîn kesê ku rêya neqediyayî vekiriye.

12 SAL IN RÊYEK NEHATIYE QEDANDIN

AKP’ê 12 sal berê dest bi çêkirina rêyekê kir lê rê hê jî neqediyaye. Hemwelatiyên ku li dora vê rêyê erdên wan hene, hatin mexdûrkirin. Erdogan di serdanên xwe yên Wanê de qet qala daxwazên gelê Wanê nake. Ev rê, xizmeta 24 saetan a deriyê sînor a Kapikoyê, li balefirgehê seferên nû û stadeke nû 20 sal in di rojevê de ye lê qet nayên çareserkirin.

CIHGUHERTINA NEXWEŞXANEYAN JÎ WEKÎ VEKIRINA NEXWEŞXANEYAN NÎŞAN DAN

Tiştên ku AKP’ê di warê tendirustiyê de di 20 salan de kiriye jî xapandine. Nexweşxaneya Zanîngeha Yuzuncu Yilê û avahiya xizmetê ya nexweşxaneya dewletê dema ku bar kirin cihekî din, ev jî wekî vekirina nexweşxaneyê nîşan dan. Li Erdîşê AKP’ê dest bi avakirina nexweşxaneyekê kiribû, ev nexweşxane di 12 salan de qediya lê 15 caran hate vekirin.

Di warê avakirina girtîgehan de jî Erdogan û AKP baş xebitîne. Ji sala 2002’an û vir ve li Wanê girtîgeheke Tîpa F, kampuseke girtîgehê ya ku Tîpa T jî lê heye û girtîgehek Tîpa M hate avakirin. Wezareta Edaletê li Erdîşê bi 90 milyon lîrayê Tirk girtîgehek ava kir. Waliyê Wanê Emîn Bîlmez ji bo vê girtîgehê gotibû ‘Berê wê li Gola Wanê ye’. AKP’ê di heman demê de li Wanê avahiyeke emniyetê û avahiya Edliyeyê vekir û ev tişt wekî xizmeta ji bo gel nîşan da. Di dema hikumeta AKP’ê de li ser sînorê Wan-Îranê jî li ciha herî bilind, li ser çiyayekî 3055 metreyî qereqolek ava kir.