775 parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serlêdan kirin

775 hiqûqnasan li dijî tecrîda li Îmraliyê serlêdan kirin û xwestin di navbera 10-17'ê Hezîranê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin.

Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar, li Amedê civîneke çapemeniyê lidar xist.

Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, Hevserokê Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a MED (MED TUHAD-FED) Zekî Baran, Hevserokê Baroya Amedê Nîhat Eren beşdarî civîna çapemeniyê bûn. Ji Amed, Wan, Mersîn, Riha, Colemêrg, Êlih û Mêrdînê jî gelek parêzer tevlî civînê bûn.

Ji Rêveberiya Navenda Giştî ya OHD'ê Ekîn yeter daxuyanî da û bi bîr xist ku ji 7'ê Tebaxa 2019'an û vir ve parêzer nikarin Abdullah Ocalan bibînin. Her wiha ji Adara 2015'an û vir ve jî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş nikarin hevdîtinê bi parêzerên xwe re bikin.

'BI TI AWAYÎ AGAHÎ NAYÊ STANDIN'

Yeter diyar kir ku ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve jî bi ti awayî agahî ji Îmraliyê nayê wergirtin û got, "15 meh in têkilî bi derve re hatiye birîn û hemû mafên wan hatine binpêkirin. Ev yek binpêkirina qedexeya êşkenceyê ye. Ev rewşa ku li dijî peymanên navneteweyî û hiqûqa neteweyî ye, di mijara şert û mercên girtiyên li Îmrailyê de dibe sedema fikarên mezin. Ji bo dawî li van fikaran bê anîn, ji aliyê qanûnî ve mecbûrî ye ku mafê serdanê bi cih bê anîn."

BI SEDAN PARÊZERÎ SERLÊDAN KIRIN

Yeter ragihand ku nûnerên saziyê û serokên baroyan jî di nav de 775 parêzerên ji 29 baroyan li dijî qedexeya hevdîtina parêzeran a li Girtîgeha Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane ku karibin di navbera 10-17'ê Hezîranê de serdana Îmraliyê bikin.

ŞEKER: LI DIJÎ QANÛNÊ YE

Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker piştre axivî û bi bîr xist ku ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve qedexeya hevdîtinê ya parêzeran dewam dike û got, "Bi 778 parêzeran re ji bo teşhîrkirina vê dijberiya hiqûqê û Wezareta Edaletê bersivê bide vê pêvajoyê, me deklarasyonek weşand. Me serî li CPT û Konseya Ewropayê dan. Ji van serlêdanan me nekarî encamê bi dest bixin. Me serî li Konseya Ewropayê, ÎHD û TOHAV'ê dan. Ji serlêdana xwe ya têkildarî 'qedexeya hevdîtina parêzeran û cezayê girtîgehê yê girankirî' me nekarî encamê werbigirin."

Şeker bi dewamî got, "Agahî wernegirtina ji girtîgeha giravê cihê fikaran e. Ji bo rewşa li Girtîgeha Giravê bê tespîtkirin di 8'ê Adara 2022'an de me serlêdan kir. Lê belê Wezareta Edaletê ye erênî ne jî neyînî bersiv neda. Di Nîsanê de bi pêşengiya OHD'ê me serlêdaneke komî kirin. Niha tevî serokên me yên baroyan, nûnerên saziyan 775 parêzerî ji bo çûyîna Girtîgeha Giravê û hevdîtina bi girtiyan re me serlêdan kir. Endamên 29 baroyên cuda jî di nav serlêdanê de hene. Ji Erdexanê heta Edîrneyê 775 parêzerên dixwazin vê pêvajoyê bişopînin serlêdan kirin. Têkildarî vê yekê ji bo piştevaniya bi me re saziyên li Ewropayê jî serlêdan kirin. Lê belê Wezareta Edaletê vê rewşa li dijî hiqûqê hîn jî dewam dike. Em banga xwe dubare dikin; Bila qedexeya li ser hevdîtina parêzeran bê rakirin. Bila destûr bê dayin ku hevdîtin bi Birêz Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din re bê kirin."

TURKDOGAN: EM TECRÎDÊ QEBÛL NAKIN

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ji roja ku komele ava bûye ew dixwazin girtîgeha Îmraliyê were girtin û got “Dema ku Ocalan û her sê girtiyên din nikarin bi malbat, parêzer û vasîsê xwe hevdîtinê bikin ev tişt li dijî qanûna înfazê, rêzikname, peymanên navneteweyî û li dijî ‘Qaîdeyên Mandela’ ye. Em jî diyar dikin ku em piştgiriyê didin serlêdana 775 parêzerên ku xwestine ku biçin hevdîtinê. Saziya me jî diyar dike ku tecrîd nayê qebûlkirin. Beriya her tiştî divê parêzer, malbat û vasîs karibin biçin hevdîtinê. Parêzerên Ocalan diyar dikin ku ew nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin lê hevdîtin tê qedexekirin. Divê ev qedexeyên kêfî ji holê were rakirin. Em hêvîdar in Hakimtiya Înfazê ya Bûrsayê wê serlêdanê qebûl bike, wê hikumet û dewlet vî tiştî qebûl bike û gavê biavêje. Em dizanin ev tişt girêdayî doza Kurdan e. Yek ji rêya destpêkirina pêvajoya aştiyê jî ev e divê tecrîd were rakirin.”

EREN: EM XWEDÎ LI DAXWAZA MALBATAN DERDIKEVIN

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren jî bi şermezarkirina destgîrkirina rojnamevanên li Amedê dest bi axaftina xwe kir û got “Baroyê me jî di 24’ê Mijdarê de ji bo hevdîtinê serlêdan kir. Me bal kişand ser tecrîdê. Di 26’ê Mijdarê de jî me serî li Wezareta Edaletê da. Me xwest hevdîtina malbat û parêzeran pêk were. Wekî serlêdanan din bersiv nedan vê serldana me jî. Em hemû dixwazin hiqûq pêk were. Hiqûqê ji bo hevdîtinê maf daye girtî û malbatê. Baroya me jî diyar dike ku em bi malbatan re ne.”

MEŞA GEMLÎKÊ: AZADÎ JIXWEBER NAYÊ

Hevserokê MED TÛHAD-FED’ê Zekî Baran jî diyar kir ew serlêdana 775 parêzeran girîng dibînin û got “Ji xeynî hiqûqê aliyekî civakî yê vê tecrîdê jî heye. Ev tecrîd wekî olandana civakê ji hev dûr dixe. Ji dema ku hevdîtinên bi Ocalan re hate sekinandin, em dizanin çi pêk hat. Ji ber vê jî serlêdana 775 kesan girîng e. Di heman demê de wê di 12’ê Hezîranê de wê partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û rêxistinên girseyî yên demokrat bimeşin Gemlîkê. Aştî û azadî wê jixweber neyê vê vê axê, divê hinek kes ked û têkoşînê bide. Di warê mirovî de jî divê mirov li tecrîdê binihêre. Em bawer dikin heke tecrîd were şikandin wê aştî jî were civakê.”