Reûf: Em bi metirsiyeke dagirkeriyê ya mezin re rû bi rû ne

Rewşenbîr û rojnamevan Kemal Reûf bal kişand ser asta metirsîdar a dagirkeriya dewleta Tirk a li ser temamiya Başûrê Kurdistanê û got: “Em bi metirsiyeke mezin û berfireh a dagirkeriya Tirk re rû bi rû ne.”

Her diçe asta dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê mezin dibe. Dewleta Tirk ji Herêmên Parastina Medyayê, Zap, Avaşîn û Metîna bigire heta bajarên Başûr êrîşên xwe berfireh kiriye.

Vê yekê jî kiriye ku asta metirsîdar di nava aliyên siyasî û taybet siyasetmedar û rewşenbîran de rê li ber nîqaş û ketina ferqa vê yekê veke.

Di vê çarçoveyê de rewşenbîr û rojnamevan Kemal Reûf ji ANF’ê re metirsiya li herêmê, bêdengî û rola rewşenbîran a li ber vê vegot.

‘DAGIRKERÎ BERFIREH Û MEZIN DIBE’

Reûf bal kişand ser asta metirsîdar a li Başûrê Kurdistanê û got: “Asta dagirkeriyê gelek berfireh û mezin e. Wê dagirkeriya dewleta Tirk tenê li herêmên sînor nemîne. Tirsa me heye ku ev dagirkerî bigihêje heta nava bajaran.”

‘EM JI BÊHELWESTIYA IRAQ Û PARLEMENTOYA KURDISTANÊ BI FIKAR IN’

Rojnamevan Kemal Reûf fikarên xwe yên li ber êrîşan û bêdengiyê jî anî ziman û wiha domand: “Em ji bêdengiya aliyên siyasî jî bi fikar in. Em ji helwesta hikûmeta Iraqê û Parlementoya Herêma Kurdistanê bi fikar in. Her wiha di asta cîhanî de jî gotinek li ser vê yekê nayê kirin, em ji vê jî bi fikar in.”

‘EM RÛ BI RÛYÊ METIRSIYÊN MEZIN A DAGIRKERIYA TIRKIYEYÊ TÊN’

Reûf bal kişand ser rola rewşenbîran û got: “Em divê rewşenbîr wisa bikin ku bala derdor bikişînin ser vê metirsiya ku niha li ser xetên sînor diqewimin û her diçe ber bifireh dibe. Em bidin nîşandan ku rû bi rûyê metirsiyên mezin a dagirkeriya Tirkiye tên.”

‘HIŞMENDIYA ALIYÊN SIYASÎ GEL BÊ HÊVÎ Û HELWEST KIRIYE’

Rojnamevan qala sedemê bêhêvîtî û bêhelwestiya gel jî kir û wiha pêde çû: “Bêhêviya ku li Başûrê Kurdistanê derketî holê, bandor li ser hemû aliyan kiriye ku li ber êrîşan û gefan heta astekê bêdeng bimînin. Li gorî xelkê çi bê kirin wê encam negire, guherîn pêk nayê. Du rê hene yek ji van avakirina hêzeke hevbeş a ji hemû hêzên siyasî yên li herêmê û bergiriyê bike.

‘REWŞENBÎR DIVÊ XWE JI ALIYÊ FIKRA HÎZBÎ DÛR BIXE, ROLA XWE YA HIŞYARIYA GEL BILÎZE’

Em niha rû bi rûyê metirsiyên mezin a dagirkeriyê ne. Divê em tev li ser vê xalê kom bibin, ne demê wê yekê ye ku hevdu sûcdar bikin. Divê siyasetmedar û rewşenbîr xwe ji aliyê fikrî yê siyasî hîzbî bide alî û li ser dagirkeriyê bihizire û binivîse. Bi rola xwe ya hişyarkirina gel rabin.”

‘PKK NE HINCETA ÊRÎŞAN E; TIRKIYE LI HER DERÊ ÊRÎŞÎ SIVÎLAN DIKE Û DIKUJE’

Her wiha rewşenbîr û rojnamevan Kemal Reûf bal kişand ser hincetnîşandana PKK’ê ya ji ber êrîşan û got: “Li gorî min bêdengiya xelkê ne ji ber hinceta ku Tirkiye PKK’ê nîşan dide û êrîş dike ye. Ev ne hincet e. Tirkiye hêz biriye Lîbya, li Başîka hêzên wan heye, li wir PKK nîne. Tirkiye şer li gel xelk û sivîlan dike. Sivîlan dikuje. Kesê bawerî bi vê hincetê nîne. Gumana xelkê ew e ku li Başûrê Kurdistanê tiştek giştî nayê kirin. Ji ber tiştên rû didin hemû hîzbî û aliyên siyasî ne, ji bo berjewendiyên hîzbî kar dikin, ev jî bandora xwe li ser xelkê dike. Ji ber vê xelk bêhêvî bûye.”