Rojnamevanên Başûr: Dengê çapemeniya azad nayê qutkirin

Rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê kar dikin, piştevaniya xwe ya ji bo hevpîşeyên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve bi operasyonekê hatin destgîrkirin nîşan da û gotin ku dengê çapemeniya azad a Kurd nayê qutkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê li dijî rojnamevanên Kurd lêpirsînek da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf  Ungur, Remziye Temel, Abdurrahman Oncu, Mehmet Yalçin, Mehmet Alî Ertaş, Feynaz Koçuk, Lezgîn Akdenîz û Kadîr Bayram hatibûnn destgîrkirin.

Di vê çarçoveyê de Rojnamevanên li Başûrê Kurdistanê kar dikin, helwestên xwe li dijî destgîrkirina rojnamevanan nîşan da û piştevaniya xwe ya ji bo hevpîşeyên xwe anî ziman.

‘DESTGÎRKIRIN NABE SEDEMA KU KARÊ ROJNAMEVANIYÊ RAWESTE’

Rojnamevanê Rojnewsê Birwa Eshed: Destgîrkirina rojnamevanan li her cihê cîhanê pêk bê, ne hiqûqî û exlaqî ye. Em destgîrkirina hevpîşeyên xwe qeûbl nakin. Erkê rojnamevaniyê ew e ku peyam û rûdanên pêk tên bigihînin gel. Pira di navbera desthilat û gel de ye. Desthilat bi van rêbazan dixwaze dengê azad qut bike. Gel ji bûyer û pêşketinan agahdar nebin.

Destgîrkirin û girtin nabe sedema rawestandina karê rojnamevaniyê.Giyandina rastiyan erkê hemû rojnamevanan e.

Em daxwazê ji saziyên mafê mirovan û ragihandinê dikin ku bikevin nava tevger ji bo berdana hevalên me yên rojnamevan. Ji bo dengê çapemeniy azad qut nebe û pêşiya karê rojnamevanî neyê girtin. Girtina rojnamevanan tê wateya girtina çav û guhê gel. Girtina rojnamevanan a li Tirkiyeyê, tê wateya ku Tirkiye bi leztir ber bi dîktatoriyê ve diçe.

 ‘DENGÊ XWE LI DENGÊ WAN ZÊDE DIKIN’

Rojnamevan Semîre Seîd: Dijminê gelê Kurd li ku derê dibin bila bibin dixwazin dengê çapemeniya azad a gelê Kurd qut bikin. Bi vê yekê dixwazin dengê gelê Kurd negihêje cîhanê.

Ne tenê dijminê gelê Kurd hêzên hegemon jî ji rastiya gelê Kurd ditirsin ji bo wê êrîş dikin. Di vê çarçoveyê de divê di serî de rojnamevan û gelê Kurd tev piştevaniya rojnamevanên hatine desgîrkirin bikin.

Piştevaniya xwe ya ji bo rojnamevanan diyar dikim û dengê xwe li dengê wan zêde dikim. Her êrîşek li ser dengê azad ê li Bakurê Kurdistanê bê kirin, weke êrîşek li ser xwe dibînim. Ev jî metirsiyeke li ser her kesî ye.

Em li ku derê dibin bila bibin, divê piştevaniya xwe bikin yek. Ev dozgeke girêdayî her çar parçeyên Kurdistanê ye. Girêdayî doza rewa ya gelê Kurd e. Di vê demê de divê bi hestyar erk û berpirsyariyên xwe pêk bînin. Divê helwestek yekdengî bê nîşandan di vê demê de li ber her êrîşeke bê kirin.

‘DUH NEKARÎN ÇAPEMENIYA AZAD BÊDENG BIKIN WÊ ÎRO JÎ NEKARIN’

Rojnamevan Abid Kar: Di serî de em destgîrkirina rojnamegeran û hemû zextên li ser çapemeniya azad şermezar dikin. Dibêjin çawa duh nekarîn çapemeniya azad bêdeng bikin, wê îro jî û sibe jî nekarin bêdeng bikin. Zext û zordariya li ser rojnameger û çapemeniya azad ji tirsa wan a ji dengê azad tê. Ji ber ku çapemeniya azad bûye deng û wijdanê civakê. Kiryarên desthilata faşîst di tarîtiyê de nahêle û ji raya giştî re eşkere dike. Ji bo zext, zordarî û kiryarên wan ên qirêj nepenî bimînin û civak nebîne êrişî çapemeniya azad dikin. Lê, çawa ku heta niha çapemeniya azad serî netewandiye û li ser şopa heqîqetê meşiyaye, wê her vê rêça xwe berdewam bike.

Em radigihînin ku em ê li dijî hewildanên veşartina rastiyê ji civakê yên desthilatdariya faşîst, xwe ji ser rêça heqîqetê şaş nekin. Bila hevalên me demildest werin berdan û dawî li êrîşên li ser çapemeniya azad bên. Herwiha bang li her kesî dikin ku li dijî zextên li ser rojnamegeran û çapemeniya azad bibin xwedî helwest û bertekê nîşan bidin.

‘DENGÊ AZAD Û CESARETÊ NE; EW RASTIYAN NÎŞAN DIDIN’

Rojnamevana JinTV Evîn Nesrîn: Her kesê bibin rojnamevan ji bo gelek mezlûm û zilm lê hatî kirin, bînîn û hestê wan cuda ye. Karê dikin bandoreke mezin li ser hestê mirovan dike. Karê wan jî cudatir e ji karên her mirovek asayî. Ev yek jî bi dilê ti dewletekê nîne.

Ew rojnamevanên ku vê rastiya desthilatê dibînin û li gorî hikûmet û desthilatê naçin; dewlet li dijî wan dikeve tevgerê û qebûl nake. Sîstem tim êrîşî wan rojnamevanan dikin ku xwedî helwest bin.

Dewleta Tirk a faşîst bi destgîrkirin û girtina rojnamevanan a li Bakurê Kurdistanê dixwazin dizî, nelirêtî û kiryarên xwe yên der hiqûqî dike, veşêre. Em hemû jî dizanin ew dengê azad û cesaretê ne, ew rastiyan nîşan didin. Ew ser dikevin. Bi girtina rojnamevanan, nikarin bîr û fikra azad, rastiyan veşêrin.

‘RASTIYÊ RAGIHÎNIN RAYA GIŞTÎ YA CÎHANÊ’

Rojnamevan Jiyan Pîran: Rojnamevan li her derê dibin hedefa êrîşan. Sîstem û dewletên serdest ji bo qirêjî û kiryarên xwe bi nixûmînin êrîşî rojnamevanan dike. Êrîş taybet li ser çapameniya azad tê kirin. Ji bo rojnamevan rastiya li Tirkiye û dîsa bûyer û pêketinên li Tirkiye û Kurdistanê nîşan nedin sûcdar tê dîtin û êrîş wan tê kirin, dest datînin ser alavên wan ên kar. Ev êrîş ji destpêka şoreşa Kurd ve dewam dikin.

Her roj rojnamevan tên destgîrkirin, girtin û qetilkirin. Em ji vê yekê ne biyanî ne. Em rojnamevan diyar dikin ku ji bo rastî û heqîqetê bînin ziman, tişta ji destê me bê em ê bikin û bigihînin raya giştî ya cîhanê.

Em bi hevpîşeyên xwe re ne û bang li hemû rojnamevanan dikin ku rastiya sîstem û qirêjiyên sîstemê yê jinê zarokan qetil dikin û dixwazin li ser vê sîstema xwe bidomînin, bigihînin raya giştî. Li dijî sîstemê xwedî helwest bin.